Rojhilata Navîn û Daîş

Ev rêxistina ku xwe weke DAÎŞ dide naskirin, pir zelal e ku ti têkiliya wê dûr an jî nêzîk...

Duzgin KAYA

Li Rojhilata Navîn bê navber şer û pevçûn têne jiyankirin. Rewşa ku tê jiyankirin naşibe ku zû bi zû asayî bibe. Di van dused salên dawiyê de jî feraseta netew-dewletê ya ku modernîteya kapîtalîst ew afirandiye, civakên Rojhilata Navîn zivirandiye giloka pirsgirekan a ku nikaribe jê derbikeve. Fena pençeşêrekê ku têkeve mejiyê civakê û wê bê teqet bihêle û biqedîne ye. Di kesayeta DAÎŞ’ê de îro tiştên ku li Iraq’ê têne jiyankirin jî dibe mînakekî vê tiştê. Feraseta yek dewlet, yek al, yek netew a netew-dewletê, bi DAÎŞ’ê bi xwe gihandina yek mezhebî xwînê vedireşe. Rastiya civakî û dîrokî ya Rojhilata Navîn, bi vê feraseta ku pê re ji bingeh ve bi diyalektîka hebûna xwe ve nakok e, ketiye rewşa ku bibe ala DAÎŞ’ê.

Ev rêxistina ku xwe weke DAÎŞ dide naskirin, pir zelal e ku ti têkiliya wê dûr an jî nêzîk bi Îslamiyetê re tine ye. Ev komkujiyên ku li Iraq’ê, li Kurdîstana Rojava û li Suriyê pêktîne û her wiha kuştina mirovên bê parastin û sivîl û bi wehşet serjêkirina mirovan rastiya DAÎŞ’ê nîşanî me dide. Wer xuya dike ku bi dagirkirina Mûsûl’ê ku ti têkiliya wî bi Îslam û bi mirovahiyê re jî tine ye û bi paldana mezheba Sûnî ya Îslamê vê rêxistinê hêz girtiye. Di sala 2003’an de bi taybet jî DYE’yê di kesayeta Sadam de ku dest li Iraq’ê werda  û piştre jî rewşa ne aramiyê hat jiyankirin û her tim ku feraseta Şîa li desthilatiyê tê hiştin û bi derve hiştina Suniyan rolekî mezin lîstiye ku di rewşa ku îro tê jiyankirin de derketiye holê. Polîtîkayên Rojhilata Navîn ên dused salên dawiyê yên ku modernîteya kapîtalîst dimeşîne, di roja me ya îro de ew gelên heremê yên ku bi hezaran sal in gel hev dijîn, gelan, baweriyan, çandan û mozayiqa rengan afirandiye bûye sedama ku êdî nikaribin gel hev bijîn. Sedama vê ya herî girîng feraseta netew-dewletê ye ku zîhniyeta yekperest afirandiye. Ev avahiya zîhniyetê bi destê DAÎŞ’ê îro li Iraq’ê ziviriye avahiyekê ku xwe sipartiye mezhepgiriya Sunî û netewperestiya Erep û dibe sedem ku gelên dîtir û baweriyên dîtir zehmetî û azarên gelek mezin bibînin. Li gelek dewerên cîhanê ji xwe re mirovan birêxistin dikin û li ser navê xweda û Îslamê van mirovan ber bi Cîhadê ve rêdikin. Li Iraq’ê hin bajarên ku girtiye destê xwe û bertekekî neyinî ku ji gelên Sûnî û Ereban nabîne, dide xuyakirin ku ev rêxistin ji Iraq’ê avêtin û pakijkirin ew qas rehet nîn e.

Rewşa ku Iraq tê de ye bi awayekî fîîlî bûye sê perçe. Li Bakur Kurd, li Başûr Şîa û li herema navîn jî DAÎŞ avahiyên xwe pêşdixe. DAÎŞ, bes ne tenê li Iraq’ê li Suriyê jî şer dike û bi taybet jî li hemberî Kurdên Rojava şer dike. Bi taybet li Suriyê xizmeta polîtîkayên dewleta Tirkiyê dike û êrîş dibe ser Kûrdîstana Rojava û hedefa wî ew e rejîma Esad tine bibe ku ji vê şûnde polîtîkayên DAÎŞ’ê bêne guhertin. Dibe êrîşên ku li hemberî Şîayên Iraq’ê û Elewiyên Erep ên Suriyê pêk were bibe sedema ku di nav tewazûnên hêzên Rojhilata Navîn de bi Îran’ê ve beramberê hev were. Bi amûrên leşkerî yên ku ji artêşa Iraq’ê desteser kiriye dibe ku êrîşên hîn bi bandortir jî bike. Dibe ku têkeve rewşekê ku bibe teqemeniyek û ka kengî û li kîjan heremê biteqete ne diyar be.

Gelê ku herî zêde ji van pêşketinên Rojhilata Navîn bi bandor dibe bêguman yek jî ji wan Kurd in. Partiyên Kurdîstanî ku nakokiyen xwe yên navxweyî çareser bikin û gelên dîtir ku li heremên wek nakokî dijîn tê zanîn û Kurdan li van hereman xwe bi bandor bikin û bi vî awayî li hemberî êrîşên DAÎŞ’ê karibin ku gelên li vir dijîn biparêzin. Dibe ku êrîşên pir tund DAÎŞ li hemberî heremê pêk bîne û wê demê jî ji xwe wêdetir alternatîfekî pir cuda nemîne. Gelên ku li vir dijîn ji bo bêne parastin bi esas girtina yekîtiya netewa demokratîk hêzên Kurdîstanî tevahî bi ferasetekî hevpar a girîng ve ew ê ku di serî de bi hêzên parastina hevpar ji bo gihîştina pratîkek û ferasetekî hevbeş li her qadan pêwîst e. KCK û YPG di derbarê vê mijarê de daxûyaniyên ku weke çi pêwîst be em amade ne û em vekirîne ji bo raya giştî deklare kiriye. Hêzên din ên Kurdîstanî jî li ser vê bangawaziyê bi bersiv dayîneke erênî pêwîst e di vê mijarê de kar û barên ku bikeve ser milê wan bicîh bînin. Li gelek cîhên ku lê nakokî hene, di serî de Şengal; ew gel in ku di bin tehdîda DAÎŞ’ê de ne.

Ji tiştên ku hatine jiyan kirin jî tê famkirin ku ji bo vala derxistina polîtîkayên dewletên heremê û modernîteya kapîtalîst rêya herî bandor bi feraseta netewa demokratîk ji bo hemû çandan, baweriyan û etnîsîteyan avakirina pergalekê ye ku bikaribin li gelhev bijîn pêwîst e. Ji bo vê jî bi hembêzkirina hemû baweriyan û gelan tekoşîna jiyanîkirina ferasetek e jiyanî ya azadîxwaz û demokratîk meşandin ew ê hebe. Rêya têkoşîna herî bi bandor li hemberî rêxistinên weke DAÎŞ û hwd. ji vir derbas dibe. Nexwe ev pirsgirêk bi şerê çekdarî, bi bombayen Iraq’ê, Îran’ê û yên Emerîka’yê çareser