Seferbertiya Ji Bo Kobanê

Kurdên ku bê parêzwan mabûn êdî xwe diparêzin, sîstema xwe ya civaka azad bi dirûşma...

Mizgîn AGIRÎ

Li Kobanê seferbertî hat ragihandin. Li ser vî bingehî jî tê hêvîkirin ku ji hemû herêmên Kurdistanê hestiyarî û beşdariya pêwîst bê raberkirin.

Baş e, çima Rovaja, çima Kobanê û çima dîsa Kurdistan? Gelê Kurd, her weke ku di civaka dîrokî de jî hat dîtin, dîsa bi dorpêçkirinekê re rû bi rû ne. Çawa ku B. Z. Salên 3500’an de Semîtîkan êrîş anîn ser Aryenan û Mezrabotan’ê û pêy wan de jî Asûran, Îskenderê Makedonî, Roma, Ewrûpiyan, Osmaniyan û herî dawî jî DYE bûne dirêjahiya van êrîşan, îro jî ji aliyê hêzên navnetewî yên emperyalîst ve di bin navê DAÎŞ’a ku hêzekî paramîlîter e ve van êrîşan didomînin.

Lê belê, Kurdan çawa ku di dîrokê de bi navên Hurî, Mîtanî, Naîrî, Kasît, Gotî, Kurmanc û hwd. de li berxwe dan, Kurtî’yê doh û Kurdê îro jî weke Kurdê azad li berxwe didin û wê berxwe bidin jî.

Kurd, weke gel, kirdeyên destpêkê yên mirovbûn û civakbûnê bûn ku bi çanda xwe ya Tel-Xelef’ê re kariye wê rûmetê bijî ku ji hemû dinyayê re bibe dergûş. Li ser vî bingehî jî weke geleke çandî yê herî qedîm ê bîst hezar salên dawiyê ye. Hûn dikarin çiqilên darê berûyê jêbikin, lê belê wer hêsan nîn e ku hûn bikarin ji reh û rîşên wê ve wê derbixin.

Rêber APO, bi çiqil û gûliyên wê ve baxçeyê mirovahiyê gur kiriye, xweşik kiriye, nav û nasnameya wê pê daye qezenckirin û ew ji kêrnehatîbûnan rizgar kiriye, bi ava eşqê ew avdaye û bi fikrê xwe yê rewşen ve jî ewrên tarî yên li ser me jî belav kiriye.

Kurdên ku bê parêzwan mabûn êdî xwe diparêzin, sîstema xwe ya civaka azad bi dirûşma netewa demokratîk ve hûnandiye û jiyana bi gelên din re jî esas girtiye.

Musul, ji aliyê hêzên hevkar ve (PDK jî di nav de), bi hevgirtinên navnetewî ve hat dagirkirin. Di vê mijarê de ew hemû civînên veşartî yên hatî kirin, yek û yekû aşkera dibin.

Li vir armanca esasî Rojava ye. Dixwazin bi vê yekê têkoşîna bê hemta ya ku gelê Kurd ji bo azadiya xwe dide û hebûna çil salan a PKK’ê vala derbixin. Dewleta AKP’ê ya ku dixwaze vê pêvajoya çareseriyê bike qurbanê siyaseta xwe ji aliyekê ve li gel Ruhanî cih digire, ji aliyê din ve jî li Elbak’a Wan’ê Rêheval Şervan bi îşkenceyê qetil dike. Eger armanc, Kurdê ku azadbûyî dîsa kolekirin be, tişteke ku mejiyên pozîtîvîst nikarin hesab bikin heye, ew jî ew rastiye ku êdî Kurdê azadbûyî nikare bê kolekirin.

Di serî de divê PDK, AKP û hêzên paramîlîter ên Gladyoyê ji xwe re eqil bin. Ev çeteyên DAÎŞ’ê yên ku bi qasî tûsqalekê peywendiya xwe bi Îslamiyetê tine ye û weke vîrûsekî civakî li ser mirovahiyê bûye bela, dema ku birîndar jî dibin ji aliyê dewleta Tirk ve têne tedavîkirin û ev dewleta Tirk, wê rojek were ku nikaribe ji xwe re bijîşkekê peyda bike da ku birînên wî vekewîne.

Dîrok di kêliyekê de, civak jî di mirovekê de tê jiyankirin. Tişta ku îro li Kobanê jî tê jiyankirin, şerê rûmetê yê Kurdê azad e. Ev şer jî şerê hemû Kurdên bi rûmet û bi namûs e. Seferbertiya ku îro li Kobanê hatî ragihandin jî seferbertiya hemû Kurdan e.

Li ser vî bingehî jî em dibêjin ‘roj roja namûs û rûmetê ye’. Di serî de ciwanên Kurd, divê hemû keç û xortên ciwan ên bi rûmet bi vî rihî tevlî vê seferbertiyê bibin, sînorên siyasî yên mêtingeriyê birûxînin û bi gelê Rojava re bibin yek. Eger hemû ciwanên Kurd ên li gundan, li deriyên zanîngehan, di lêgerîna memûrtiya dewletê de ne û li kuncên kafeteryayan in xwedî li rûmeta xwe derbikevin, divê tevlî vê seferbertiyê bibin.

Îro roj roja ‘tolhildanê’ ye ku Nûrî Dersîmî di bangawaziya xwe ya ciwanan de diyar kiriye ye. Eger îro jinên Kurd li Kobanê bi kras û fîstanên xwe bi sonda xwarî re di nav rêzên YPJ’ê de cih digirin û şerdikin, eger Bavê Kawa yê 64 salî di vê rêkê de şehîd dibe, wê çaxê divê ciwanên Kurd bêdudilî tevlî vî şerî bibin. Welatê azad ev der e û ev welat li benda wan zarokên xwe ye ku bên wê biparêzin.

Kurdên azad wê li berxwe bidin. Wê Kobanê li berxwe bide. Eger Bavê Kawa li berxwe da û şehîd bû, ew lawên wî yên bi rûmet û hemû ciwanên Kurd li berxwe bidin. Eger dayîkên Kurd biçek dibin û li berxwe didin, helbet wê keçên Kurd jî bê dudilî tevlî vê berxwedaniyê bibin û li berxwe bidin. Bi vê berxwedaniyê jî wê Kurdên sedsala 21’an şahidî li şoreşa azadiyê ya gelan bike.