Hevpeyvîn

“Ne Ez Ji Mirinê, Mirin Ji Min Tirsiya”

Hevala Sara jî, li ser vê bingehê, beriya ku yek deqîqe li cihê xwe bi sekine her di nava tevgerînê...

Navenda RAJIN

 

Di derbarê şehadeta heval Sara de em hêst û nêrînên endamê PAJK’ê bi were parve dikin

Hevala Sara Xezala Çiya bû

Esma SEMBÛR: Li ser şehadeta her sê jinên Kurd ku li Parîsê hatin qetilkirin de salek derbas bû. Di kesayetê hevala Sara, Rojbîn û Ronahî de hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî bîr tînim û bejna xwe li ber bîranîna wan di tewînim.

Li se vê reş kujî ye salek derbas bû. Wê salên li pêşiya me de jî ev qirkirin were nirxandin. Lê tiştê niha em bêjin jî pirin. Qirkirina Parîs ê, qirkirinek ku di qonaxeke pir girîng de pêşketi ye ye. Di demeke ku şoreşa gelê Kurd gihiştî astek e pir girîng, ji bo çareser kirina pirsgirêka Kurd hewildan pêş diketin. Di vê pêvajoyê de ev qirkirin pêş ket. Bê gûman peyamên vê qirkirinê pir in. Hem ji bo raya giştî ya demokratîk, hem jî ji bo tevgera azadiyê û her wuha bi taybet jî ji bo tevgera azadiya jin peyamek bû. Plangeriyek di nav dewletî de hat pêş xistin. Ji ber plangeriyeke wuha bi kes an komên biçûk nikare pêş bikeve. Him tiliya Tirkiyê, him tiliya hêzên nav dewletî di vê plangeriyê de heye. Di pêvajoyeke ku bi Rêbertî re hevdîtin tên li dar xistin de ev plangerî kete meriyete.

Rêbertî jî ji bo vê plangeriyê pênaseya “qirkirina duyemîn a Dersîmê” kir. Bê goman ev qirkirin beriya her tiştî li ser jina azad û Kurd ê azad hatiye pêş xistin. Bi ti awayî sekn û jiyaneke azad ji bo gelê Kurd nayê xwestin. Ev peyam pir zelal e. Dibêjin ku “eger hun di azadiyê de israr bikin hunê hê jî li beramber qirkirina werin.” Ev berdewamiya siyaseta înkar û tinekirinê a pergala hiyerarşîk û dewletparêz e.

Lê rixmê vê siyaseta qirêj ji destpêkê heya dawiyê, têkoşîna heval Sakîne ji bo jin û jiyana azad kêm nebuye. Bi balkêşî bandor li derdora xwe dikir. Hê beriya ku tevlî rêxistinê bibe jî bi balkêşî û bi baldarî lêgerînên hevala Sakîne ya jiyana azad pêş dikeve. Ji xwe weke tevgera jin û meclîsa PAJK’ê me 9’ê Cotmehê weke “roja, hev girtina jinên nav netewî û di jina azad de israr kirin” binav kir. Bê gûman ew rêgezên bingehîn ê tevgera jin jî li ser bingeha di azadiyê de israr kirine ye.

Hevala Sara jî, li ser vê bingehê, beriya ku yek deqîqe li cihê xwe bi sekine her di nava tevgerînê de bû. Rixmê ku temenê wê mezin bû jî, di nava dû mehan de li hemû qadên parastina medya geriya û bi dehan civîn çêkirin. Yek bi yek heval dîtin. Nêrîn, hest, bîr û baweriya hemû hevalan re bu yek. Bêyî ku bi Weste û bi sekine her di meşî ya. Bi tempoyek pir xurt xwe tevlî jiyanê dikir. Bi cewherî, hevala Sara rixmê temenê xwe di van çiyayên Kurdistanê de wek xezalekê bû. Her tim di nav tevgerê dabû. Di kar meşandinê de jî her tim kêfxweş û ji dil bû.

Piştî qirkirinê em ketin pêvajoyekî çareseriyê û diyalog pêş ketin. Me ev pêvajo weke “rizgar kirina demokratîk û jiyana azad” pênase kir. Herî zêde rol û misyon di vê pêvajoyê de dikeve ser milê jinê. Jina ku xwe wek hevala Sara tevlî dike encex dikare vê pêvajoyê baş fêhm bike û ber bi serkeftinê ve bib. Bi rastî jî kesayeta hevala Sara kesayetekî aşîtî xwaz bû. Di berxwedanê, di zindan ê de berxwedanek pir mezin nîşan dabû, pêşengî ji jina Kurd re kir.

Şehit Sara xeta berxwedana jina azad e. Jina azad, jiyan û civaka azad di kesayeta hevala Sara de xwe dida der. Şopdarî ya vê xetê ji bo me rûmet e û emê wek jinê Apo yî têkoşîn bikin û armaca jiyana hevala Sara mezintir bikin.

Bê gûman milê hevala Sara ku mirov binirxîne pir in. Lê tişta ku em bingeh digrin; wek milîtanên vê tevgerê, bi kombûna van sih salên dawî, di hevala Sara de kombuyî hê zêdetir emê têkoşîna xwe bilind bikin. Ev têkoşîna kom buyî ne kême. Bi taybet weke milîtanên PAJK’ê, ji ber hevala Sara jina azad a Kurd e, emê rêka hevala Sara bi kurahî bi şopînin. Bi nas kirin û danasîna hevala Sara wê hê zêdetir sekna jina azad jiyanî bibe. Tiştê ku em lê xwedî derkevin, di milê sekna jina azad de partîbûn û xwe gihandina şehit Sara ye.

Li ser van esasan em cardin girêdana xwe ji dil û di mêjî de bilêv dikin. rêka ku van hevalan ji bo me jinên têkoşînvanên azadiyê ji bo me bingeh e. bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînin û emê hêst, bawerî, bêrîkirin û armancê wan bi sekna jina azad ber bi serkeftinê bibin.

Hevala Sakîne Rihê Berxwedana Jina Kurd e

Stêrk Gulo: Roja şehadeta her sê hevalan ji bo me ne ji rêzê ye. Her çiqas bi êşbe jî, bi rihê berxwedanê em her sê hevalan bi bîr tînin. Dema ji min re gotin “hevala Sakîne şehit ketiye”, hêsta ku min destpêkê jiyan kir zaroktiya min hate bîra min. Li Rojavayê Kurdistanê kovarek bi navê “denge Kurdistanê” hebû. Di demeke kurt de li giştî Rojava belav bu. Di vir de me yekemîn pêşengên vê rêxistinê di xwendin. Bi taybet jî di milê zanista jina azad de me hevala Sakîne di xwend.

Ji ber wê jî dema dibêjin hevala Sakîne, hevalê Mazlum, Xeyrî, Kemal tê bîra min. Hevala Sakîne ji bo me jineke efsane bû. Em bi berxwedana efsanewî ya hevala Sakîne mezin dibûn. Dema ku em mezin bûn jî ev efsane bi me re jiyan kir û mezintir bu. Ji berxwedana zindan ê ber bi çiya ve, heya plangeriya li Parîsê jî ev rastî her xwe domand. Bi şehadeta hevala Sakîne re hest, bîr û bawerî, hêvî û armancên me hê zêdetir bi wate û mezin bûn.

Di kesayetê hevala Sakîne de wateya jiyanê, berxwedana jina Kurd di jiyanê de pir zelal derket holê. Heval Sakîne bi sekna xwe, bi jiyana xwe ev rastî bi her kesî da pejirandin. Min zêde hevala Sakîne ne didît. Lê bi qasî ku min dît û naskir, rihê berxwedana jina Kurd di hevala Sakîne de di pêş de bu. hevala Sakîne ji kesayetek wêdetir, bi berxwedana xwe hêrsa civaka Kurd a li hember dijmin bu. Hevala Sakîne bermahiya Zarîfe ye. Hevala Sakîne mîrateya jinên ku di qirkirina Dersîmê de hatin qetil kirin, di armancê xwe de dida jiyan kirin.

Hevala Sakîne ji Dersîmê, jineke Elewî bû. Dema destpêkê min hevala Sakîne dît û di derbarê wê de tişta ku herî zêde li ser min bandor kir, serhildêriya hevala Sakîne bu.

Hevala Sakîne bi Rêbertî re hevaltî kir. Dîsa bi hevalê zîndanê re hevaltî kir. Hevalên ku îro dijîn û behsa hevala Sakîne dikin tenê tiştekî dibêjin; “hevala Sakîne di lêgerîna azadiyê de ji bo me mînaka berxwedanê bû.” ji bo me jinên têkoşîna azadiyê jî ev plangerî pir zehmet bû. me tiştekî wuha hêvî nedikir, em ne li bendê vê plangeriyê bû. Lê ji bo me diyar kir ku ‘jina azad her tim, li kuderê be bila bibe wê bibe armanca êrişan.’ Ev şiyarî ne ji bo me, ji bo giştî jinan hişyariyek bi êş bû. Ji ber wê jî em çiqas li xwedî meş û têkoşîna xwe derkevin emê serkeftinê mezin bi dest bixin. Hevala Sakîne ev bi sekna xwe ya jiyanê da diyar kirin. Di dîrokê de ev wuha pêş dikeve. Hin leheng hene bi sekna xwe bi têkoşîna xwe û bi hewildanên xwe, xwe bi gel didin qebûl kirin. Hin jî hene piştî şehadeta xwe di dilê gel de cih digrin. Hevala Sakîne di hemu merheleyên jiyana xwe de cihê xwe di dilê gel û hevalê xwe de çêkir. Bi şehadeta xwe jî hevala Sakîne gelek nirx ji bo têkoşîna azadiyê hişt.

Ji bo wê jî, wek jineke Kurd li pey xeta hevala Sakîne, Rojbîn û Leyla de meşîn ji bo me tişta herî bingehîn e.

Hevala Sakîne li hember tasfiyekeriya zîndanê de jî xwedî berxwedanek bêhempa bû. Di de diyar kirin kû berxwedana hevala Sakîne ne tenê di yek milî de bû. Wekû herî destpêkê hevaltiyek rast bi Rêbertî re kir. Di kesayetê hevala Sakîne de rihê Apoî pir zelal dihat jiyîn. Ya din jî ji ber girêdana xwe bi bîrdozî û felsefeya Rêbertî re hevala Sakîne her tim dibû xwedî helwestê rast û di cih de. Bi yekbûna axaftin û pratika xwe di jiyana hemû hevalan de cih girt. Ne tenê digot, dikir û digot. Ji bo me jinên têkoşîna azadiyê ev pir bi wate ye. Emê li ser vê hê zêdetir bi meşîn.

Emê Bibin Şopdarê Xeta Hevala Sara

Nûcan AGIRÎ: Hê dema ku ez li malê bûm, min pir meraq dikir ku ka yekemîn jina ku tevlî vê partiyê buye kî ye? Ji ber ne naskirina partiyê jî di astekê de hebû min pir dixwest ku ez hevala Sakîne  bibinim, her tim bi vê hêviyê bûm. Piştî ez tevlî bûm û hatim qadên çiya, hê ez li perwerdeya şervanên nû bûm hevala Sara hate gel me. Rixmê min nas nedikir jî dema min hevala Sara dît bandorek pir mezin li ser min kir. Piştre hevala ji me re gotin ‘ev hevala Sara ye. Yekemîn jina ku tevlî rêxistinê buye ye.’ Bi coşeke mezin em li derdora hevala Sara kom bûn. Pir coşek mezin di me de hebû. Me berê navê hevala Sara di dîroka partiyê de bihîsti bû. Niha ev heval hati bû gel me û bi me re di axift. Me her pirs ji heval dikirin.

Sekn û nêzîkatiya hevala Sara pir xwezayî bû. Rixmê ku em nû bûn jî dan û sitandina heval bi me re pir xwezayî bû. ji xwe axaftin, nîqaş û şîroveyên hevala Sara hemû li ser jiyana rêxistinê bû. Her peyva ku ji zimanê hevala Sara di derket ji bo me pir bi wate bû. Fikirandin û sekna hevala Sara bi hevre di nava hevsengiyekê de bû. Ev jî li ser me bandorên cuda dikir. Hevaleke jin ku hê ji destpêka avabûna vê rêxistinê ve di nav têkoşîna azadiyê de bû, ev bi xwe ji bo me dibu sedema coşek mezin. Hewildana hevala Sara ya herî sereke; di her kêliyê jiyana xwe de heya jê bê bîrdozî û felsefeya vê rêxistinê bi hevalan dayîna fêhm kirin bû.

Gotina hevala Sara a “her tim bi meraq bin, pirs bikin û bibin lêgerînvanek heqîqetê” ji bo min pir alîkar bû. Ez hewil didim ku her tim li gor vê gotina hevala Sara bimeşim.

Ji bo min hevala Sara nas kirin pir bi wate bû. Dibe ku rojeke tenê bû. Lê ji bo min weke ku ev bi salana hevala Sara perwerde dide me. Di rojekê de min dîrok jiyan kir. Ez xwe di vî milî de pir bi şens dibînim. Li ser vî bingehî ez jî dixwezim di rêka hevala Sakîne de bimeşîm. Soza xwe a lêgerîna heqîqetê û têkoşîna azadiyê cardin di kesayetê hevala Sara de nû dikim.