Di rewşeke wusa de şehadeda her sê hevalan ji vir tê. sedemê yekem; pêşengeke jin tesfiyekirin...
Sinan ŞAHÎN
Di derbarê qetil kirina sê jinên Kurd, Sakîne CANSIZ, Fîdan DOGAN, Leyla ŞAYLEMEZ de me bi endamê konseya KCK’ê birêz Bozan Tekîn re hevdîtinek çêkir, em vê hevdîtinê bi were parve dikin:
-Weke ku wun jî dizanin di destpêka miha çile de, di 9’ê cotmehê de, li Parîs a paytexta Firansa plangeriyek li ser sê jinên Kurd pêk hat. Weku testpêkê, li gor we di vê plangeriyê de armanca hatî girtin çi bû? Serdestan bi vê plangeriyê çi xwestin bikin?
B.T: Di serî de rêheval Sakîne, Fîdan û Leyla, her sê jinên Kurd, azad, serbilind û temsîla jinê azad a Kurdistan û hemû cîhanê bibîr tînim. Soza xwe heya ku Kurdistaneke azad, demokrat û li ser azadiya jin ava bibe dubare dikim.
Şehadeta her sê hevalan pêwîste ku mirov bi kurahî nîqaşekê bike û hişyariyek ava bike. Dema buyerek di qewime, kî, kengî, ji ber çi armancê tê hedefgirtin rast fêhm kirin girîng e. Niha bi însîyatîfa Rêbertî pêvajoyek destpêkir. Dido sal şerê gelê şoreşgerî pêş ketibû û hemû siyasetê dagirkeriya Tirkiyê bi taybet ya AKP’ê ku di got emê bi şêwazê modelê Srîlanka emê PKK’ê tûne bikin û pirsgirêkê çareser bikin vala derket. Dema ku Rêbertî însîyatîf girt û pêvajo destpêkir û AKP mecbûr ma ku bi Rêbertî re hevdîtin deyna, em dizanin ku 27’ê tîrmeha 2011 an û şunde dido sal derbas bubûn û ev pêvajo dest pêkir. Hemû siyaseten AKP’ê ê herebî, nav dewletê, ê li ser tevgera azadiyê, Rêbertî û gelê Kurd vala derketin. Di demeke wusa de, Rêbertî xwest însîyatîfekê pêş bixe. Vê tevgerê bi hemû kêmasî û nebesiyên xwe cardin dagirkeriya Tirkiyê mecbûr kir ku cardin biçe bi Rêbertî re nîqaş bike. Ev serkeftinek bû.
Di rewşeke wusa de şehadeda her sê hevalan ji vir tê. sedemê yekem; pêşengeke jin tesfiyekirin e. Ev siyaseta hemuyan bû. Buyukanit jî, Başbug jî, Erdogan û Fetulah jî ev digotin: “emê di cihê wan de li wa bidin û tesfiye bikin. Êşeke ku heya nejînê emê bi wan bidin jiyîn.” Ev armanc girtina rêveberiya me ye. Bi taybet jî nirxandina wan a “ger em çil pêncî rêveberên tevgerê tesfîye bikin em dikarin vê tevgerê ji hev bixe, bê hêvî bike, bê pêşeng bihêle.” Ev girîng e. Armanca herî sereke kadroyên pêşeng tesfîye kirine. Ger em li dîroka Kurdistanê û gelek tevgerên din binêrin emê vê rastiyê baş bibînin. Ger pêşengên tevgerekê bê tine kirin, hingî li ser tevgerê jî tine kirin wê hê rehetir bibe.
Gelek caran li çiya hewildana vê dan. Mirov dikare ji sala 1996 an de bêbextiya bombeyî a li hember Rêbertî hatiye pêş xistin û vir ve, destpêkê li ser Rêbertî li ser gelek fermandar û pêşengên rêxistina me êrîşên dijwar çêbûn. Lê ev bi ser neketin. Ev fersend li Ewrûda bi dest xistin û pêş xistin.
Ya dido ya; pêvajoyek hebû, di vê pêvajoyê de li hêlekê dîyalok heye, li hela din jî pêşengên me tên şehit kirin. Wateya vê çiye? Tê vê wateyê ku ‘pêwîste ev diyalog were xelas kirin.’ Ango armanc proveke kirina pêvajoyê bû.
Di van her du milan de ev plangerî hat pêş xistin. Li hember van tevgerê ev vala derxistin. Hê zêdetir pêşengtî xurt kir. Di şexsê hevala Sakîne de, wek temsîla jina azad, tevgera jin hê bêhtir xurt bû û pêş ket. Di milê din de jî, ne tenê di asta Kurdistanê de, li hemû cîhanê belavbûna vê tevgerê çêbû. Bê goman niha gelek nîqaş hene. Wek ‘dewleta parelel’ tê pênase kirin. rastiya vê heye. Derdorên ku naxwazin çareserî pêş keve ev kirine. Bi taybet jî kesê ku hatiye girtin, xuya dike ku endamê Ocaxa Alperena ye. Li Tirkiyê Partiya Mezin a Tirkiyê(BBP) tê zanîn. Ev kes wek ajanek ketiye nav xebata û êrîş jî wusa pêk aniye. Ev êdî zelal e.
Di sala bihorî de daxuyaniyên Erdogan çêbûn. Di got “Fîdan DOGAN çima bi serok komarê Fransa re hevdîtin çêkiriye?”Bê goman ev girîng e. Lê em nikarin her tiştî jî biavêjin ser milê dewleta parelel. Destê AKP’ê jî di vê de heye. Îro sûcê wan yek bi yek derdikeve derve. Hevûdû gilî dikin. Hemû qirêjiyên xwe bi xwe diderxin derve. Hemû çuyîn hatina kujerê her sê hevalan, di istixbarata Tirkî de derketine. Hevdîtin bi îstxbaratê re çêkiriye. Çima van eşkere nakin? Diyare ku, van bi hev re ev pêş xistine. Di hêlekê de hevdîtin dikin, di hêla din de jî kuştinan pêş dixin. Ev tiştekî ku neyî zanîn nîne. Di dîroka Kurdistanê a berê de jî, gelek kes di bin navê hevdîtinê de hatine kuştin. Qelêşiyên wusa hene. Ji ber wê jî, tenê bi dewleta parelel dest girtin wê şaş be. Weke ku qet eleqeya Erdogan û AKP’ê pê nîne nîşandan çewt kirina rastiyan e.
Dîsa, di Ewrûpa de pergala qemereyên mobese rixmê ku ewqas pêş ketiye jî niha nikarin dîmenê plangeriya hatiye pêş xistin bibînin. Civaka Ewrûpa ji destê van qemereyan êdî nizane çi bike. Her kêliya jiyana mirovan êdî di bin qontrola serdestan de ye. Çi buyer pêş dikeve, di heman kêliyê de li ser tê sekinîn û buyer tên zelal kirin. Lê kîjan buyer nayên zelal kirin: ew buyerên ku destê dewletê bi xwe tê de hene.
Di hêleke din de destê Fransa jî heye. Nakokiyên dewleta Fransa û Tirkiyê xilas nebûne. Li gor agahiyan, yek ji dewletên ku naxwaze Tirkiye bikeve Yekîtiya Ewrûpa, ji ber buyera qirkirina Ermeniyan, Fransa ye. Bi halê heyê cih nadin Tirkiyê. Pirseke dikeve seriyê mirovan; gelo ev plangerî ji bo bedel dayîna vê bû? Bersiva vê hê nîne. Lêkolînek kur pêwîste. Li kêleka vê kompîtera sawciyê ku li vê dozê dinêre tê wunda kirin. Di encam de hemû tişt dewleta Tirkiyê nîşan dide. Em dewleta Tirkiyê nas dikin. Kî, çawa kiriye ji bo ne girîng e. Pêwîste ku kes ber bi vî milî ve jî nebe. Tiliya dewleta Tirkiyê têde heye. Ev pir zelal e. Ji bo me şexs ne girîng e. Tişta bê zelal kirin; ew hêza ku li pey vî kesî ye ye. Ger AKP dibêje ez ne di nav vê plangeriyê de me, wê demê pêwîste ku herî destpêkê vê zelal bike. Ger dibêje dewleta parelel heye, wê demê pêwîste dewleta parelel derxe holê. Ka ev kî ne?
Buyer anîn di vir de asê kirin wê xeletiya jî bi xwe re bîne. Ev meş bi dewleta Tirkiyê re heye. Him hevdîtin bike him jî bi kûje. Buyera Seyît Riza li holê ye. Bang lê kir ku were em hevdîtin bikin û piştre jî ew darde kirin. Li hember Şêx Saît, Îhsan Nurî, pêvajoya Oslo tişta pêş xistin ev tişt bû.
-Rêheval Sakîne jinek ku di avakirina vê rêxistinê de cih girtiye ye. Di heman demê de di dîroka zîndanê de jî cihekî girîng ê rêheval Sakîne heye. Wun jî di zîndanê de mane. Wun dikarin kesayeta Rêheval Sakîne a di wan pêvajoyan de çawa bigrin dest?
B.T: Ez bi xwe li zindana Dîlokê de bûm. Rêheval Sakîne jî di zindana Amedê de bû. zindana Amedê tarî bû. kesekî nizanî bû ka li Amedê çi tê jiyîn. Wê demê hevalên dihatin gel me behsa berxwedana zindana Amedê dikirin. Her wusa behsa hevalên şehîd ketî û hevalên dijîn dikirin. Yek ji wan hevalan jî hevala Sakîne bû. digotin ku; “hevala Sakîne tif kiriye ruyê Esat Oktay, pêşengtiya heval Sakîne wusa bû…” Ev gotin di nav me de belav dibûn me li ser nîqaş dikirin. Min cara yekem navê hevala Sakîne wusa bihîst. Dîsa piştre min bihîst ku rêheval Sakîne tevlî yekemîn kongreya partiyê buye. Piştî rêheval Sakîne ji zîndanê di derkeve, di demeke kûrt de tê qada Rêbertî û pişt re tê qadên gerilla.
Di dîrokê de behsa mirovên efsane tê kirin. Hevala sakîne jî ji bo me miroveke efsane bû. Bi rastî jî hevalek ku min dixwest ez bibinim û pê re nîqaş bikim hevala Sakîne bû. Min ev derfet 2002 an di kongreya KADEK’ê de dît. Hê zêdetir ji dûr de dîtîna me çêbû. Pişt re hevala Sakîne û em wek kordînasyona xebatên çand û hûner hatin hilbijartin. Berpirsyara me jî hevala Sakîne bû. Pişt re gelek nîqaşê me çê bûn. Tiştê ku mirov di şexsê hevala Sakîne de dibîne; mirovekî heya dawiyê vekirî û ji dil bû. Tiştê ku di fikirî, rast-şaş, jê bawer di anî ser ziman. Ne dikete nava hesabên cûda. Helwestê xwe ne li gor kesan bû. Her tiştê hevala Sakîne raste rast bû.
Yek taybetmendiyê hevala Sakîne ku di hişê mirov de dihêle; tiştê ku jê bawer bû wusa di axift, tevdigeriya û helwest nîşan dida. Bi taybet li hember tasfiyekariyê, wê demê li Ewrûpa bû, xwedî seknek rast bû. Dibe ku weke qadên çiya tasfiyekarî ne bi bandor bû, lê li Ewrûpa jî tasfiyekarî xwe bi şiklê cûda dida nîşandan. Di wê demê de yek ji hevalê ku bi sekneke rast, bi şêwazek zelal di kom kirina rêxistinê de xwedî helwest bû, hevala Sakîne bû.
Hevala Sakîne jineke ji Dersîmê bû. Li metropolan jî ma bû. Rixmê ewqas li metropolan jî ma bû, bandorên neyînî li ser kesayetê wê çênebubû. Bi kesayetê xwe ya Dersîmî ma bû. Heval Sakîne tolhildana dîrokê bû, tolhildana Dersîmê bû. Qîrîna keç û jinên Dersîmî ku ji bo nekevin dest dagirkeriya Tirkiyê xwe di tahtan de avêtine bû. Her tim bi vê zanebûnê tevdigeriya. Hişyariya xwe a dîrokî pir xurt bû. Dîsa milê xwe komî ser hev kirin, anîna gel hev û di rêxistinê de israr kirinê de pêşeng bû. Ji hevalê xwe re heval bû.
Bi kêm mirovî re weke ku di hevala Sakîne de dihat jiyîn heskirina çiyan he ye. Rixmê temenê xwe mezin bû jî, yek gir neba bû ku hevala Sakîne neçûbiyê. Li çiyayên Kurdistanê, kadên parastina medya, gelek geriya. Ji hevalê xwe, ji welatê xwe, ji çiya re heskirineke mezin a hevala Sakîne hebû.
Hevala Sakîne di nîqaşê xwe de raste rast bû. li derdorê ne dizîvirî. Ji xwe bawer, ji nêrînê xwe bawer, ji tiştê ku dikir bawer bû. Dizanîbû ka wê di ku de çi bike. Taybetmendiyekî hevala Sakîne ê bi xeyîde, ji hevala aciz bibe nebû. Rixmê nîqaşên pir tûj jî dizanîbû çawa wê nêzî hevalê xwe bibe. Hevala Sakîne derveyî ê heyî bû.
Îro Kurd bi çi tên nasîn? Mînak, tê gotin ku “şoreşa Rojava şoreşa jinê ye”, “PKK partiya jinê ye” û hwd. Ev ji bo rêxistina me û gelê Kurd destkeftiyek pir mezin e. Ez jî di xebatê gel de mame. Dema em diçûn malê gel te nikarîbû jinên Kurd bibînî. Girtîbûnek hebû. Lê îro ev berovajî bû. PKK ev rastî ava kir. Ew jina ku xwe diveşart êdî pêşengtî ji civakê re dike. PKK, jin gîhand cewherê wê. Jinên Kurd îro bi serbilindî, ji xwe bawer dengê xwe bilind dikin. Ev ji nişka ve nehatine avakirin. Bi sekna hevala Sakîne ve girêdayî ye. Ji ber hevala Sakîne ne tenê jinek bû. Hevala Sakîne sekna jina Kurd a azad di kesayetê xwe de ava kiribû. Hevala Sakîne bi hemû têkoşîna xwe di nava lêgerînekê de û nûbûnekê de bû. Ji xwe pirtûka ku nivîsandiye jî bi navê “hemû jiyana min têkoşîn bû” ye. Her tim bi coş û xwestek di nav lêgerînekê de bû. Bi ê heyî ku xirabiya ava dike re şer kirin, têkoşîn dana meşanin taybetmendiyek herî bingehîn bû.
Hevaltiya rêheval Sakîne a bi Rêbertî re pir xurt bû. Ji xwe Rêbertî dema şehadeta hevala Sakîne bihîst got ku “kuştina hevala Sakîne kuştina me ye.”
Kesayeta azad, ji xwe bawer, xwedan armancên mezin di kesayeta rêheval Sakîne de derdiket derve.
-Tişta ku îro dikeve ser milê gelê Kurd çiye? Buyîna xwedî seknek çawa wê ji bîranîna van her sê jinên azad re bibe bersiv?
B.T: Niha tişta ku li ser me dikeve çi ye? Bi rastî jî; bi jina Kurd a azad, bi vîn, bi kesayet, serbilind re em bibin heval. Tiştê ku wek şexs jî mirov di salvegera şehadeta hevala Sakîne de ji bo xwe pîvan bigre pêwîste ev be. Di vir de tiştê ku mirov ji jiyana hevala Sakîne bigre; ticara paşverûtî qebûl nekirin û pê re nebûna yek e. Bi kesayetek azad, bêyî hin hesabên cûda bi ser pirsgirêkan de çuyîn û çareserî avakirin e.
Di salvegera şehadeta rêhevalên li Parîsê hatin şehit xistin de weku civaka gelê Kurd pêwîste ku em xwedî li hêvî û armancê van hevalan derkevin. Gelê me pêwîste ku bi girseyî vê pêvajoyê pêşwazî bike. Ev hevalane ne kesayetên ji rêzê bûn. Ji bo wê jî pêwîste ku xwedî derketinek di asta herî jor de çêbibe. Li gor mezinahiya rêheval Sakîne, bîranîna rêhevala Sakîne bi serhildana em mezin bikin.
Di şert û mercên Rojhilata Navîn, Tirkiyê û Kurdistanê derfetekî pir mezin dide me ku em gavên mezin biavêjin. Bi rastî jî ger hevala Sakîne îro jiyan bi kiriba wê bigotiba ku “pêwîste em van şert û mercan bi zîvirînin şoreşê.” Ez jî wek rêhevalek hevala Sakîne, li ser fikir û ramanê hevala Sakîne, emê her pêş de biçin. Em ti tiştî ji dewletê hêvî nakin. Em dewleta Tirkiyê nas dikin, em hikumeta AKP’ê baş nasdikin. Li gor wê jî emê nêzîk bibin.
Di encam de em bang dikin ku, bila ti kes ser vê plangeriyê negre. Bila tu kes nekeve nava hewildanek wusa. Di demek kurt de van hêzên li pey vê plangeriyê derxin ber wîcdanê gel. Em weku tevger dev ji vê buyerê naberdin. Bila her kes wusa bizanibe. Çawa ku em şopdarê rêka rêheval Sakîne ne, emê bibin şopdarê zelal kirina vê buyerê jî. Heviya me ne ji hin derdoran, ji hêza tekoşîna me tê. Ji xwe Nurî Dersîmî dibêje ku; “gelo em çawa dikarin li xwedî bîranîna şehîdan derkevin? Em encex, bi avakirina cih û warekî ku tê de azad bijîn an go Kurdistan azad kirine em dikarin li xwedî bîranîna şehîdan derkevin.”
Xwedî li bîranîna rêheval Sakîne, Fîdan û Leyla derketin jî vî erkî dide ser milê me. Emê walatek azad pêşkeşî zarokên va axa bikin. Emê bi têkoşîna xwe, bi lêgerîna xwe ya jiyana azad û bi hewildana xwe ya Kurdisataneke azad li bîranîna hemû şehîdên vê têkoşînê derkevin.
Li ser van esasan ez careke din di salvegera şehadeta her sê hevalên li Parîsê hatine şehit xistin, bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînim û soza xwedî derketin û avakirina jiyana azad didim. Serkeftin ya gelê me ye. Wê serkeftin jî bi biryardariya gelê me were.