Dema ku em qala şeradarî, rêveberiyên xweser, rêveberiyên cewherî û hwd. Mijarên ku bi vî şewayî...
Dilzar DÎLOK
Demeke hevserokatî di rojeva me de ye. Li gorî naveroka vê mijarê wê ev mijar li gor pêvajoyên derbaz bûyî de wê zêdetir di rojeva me de bimîne. Ji ber ku hevserokatî ji bo ku em xwe bigihînin pergala netewa demokratîk, ji bo xweserî ya demokratîk formekî bingehî nê. Şêweyê rêveberiya xwecihî ya demokratîk e. Hevserokatî hem ji bo pergala demokratîk ava kirin bergirî hem jî, ji bo mûdaxale kirina zihniyeta desthilatdariyê ye.
Rêbertî ya me paradigma ya xwe li ser bingeha, civakek demokratîk, ekolojîk û azadiya jin daye avakirin û formül kiriye. Ji şênber kirina paradîgma, ji bo beden kirina zêhniyetê, xebatên kû ji bo înşa hatine pêşxistin, di milê azadiya jin de pir kem dimîne. Bê gûman em tine bêjin azad kirina jin wê kem bimîne, dema di civakê de azadiya jin nebe wê demê em li wir nikarin behsa demokrasi jî bikin. Her wiha dema ku hev jiyanek azad nebe, bi xwezayê re jî li ser bingehek azad jiyan pêşnakeve. Ji bo vê, di rastiyê de hevserokatî di paradigmaya me de cihekî navendî digire. Navenda avabûna paradigmaya meye.
Dema ku hat pirsin gelo, ev qas ezmûn û ceribandinên ku di rêveberiyên xwecihî de hatine jiyan kirin, sedemên ne serkeftinê çine? Çend bersivên ku em dikarin bidin diyar kirin wiha ne:
Hevserokatî ne ji bo jin bikeve siyasete ye. Dema ku hat pirsin çima hevserokatî bersiva were dayîn û bersiva herî zelal eve: ji bo civak xwe bi zekaya jin bi rêve bibe hevserokatî.
Dema ku em qala şeradarî, rêveberiyên xweser, rêveberiyên cewherî û hwd. Mijarên ku bi vî şewayî dema ku em dinirxînin, rêveberiyên cewherî derdikevin pêşiya me. Ya ku îradeya civakê bi şêweyek xurt derdixe holê rêveberiyên cewherî nê. Dema ku mirov yan jî civak nikaribe xwe bi xwe rêve bibe, wê demê hinek din wê wan birêve bibe ev tê wê wateyê. Dema ku ez xwe bi xwe rêve nebim wê li malê dayîk û bab min bi rêve bibin, li dibistanê wê mamostê min bi rêve bibin, li kar wê karmend, li kolanan jî polis min bi rêve bibin. Dema ku ez çûm Çalakiyek demokratîk eger ez xwe bi xwe nikaribim bi rêve bibim wê dem li wir jî hinek kesên din wê min bi rêve bibe. wê demê ez xwe nadim diyar kirin hinek kesên din min diyar dikin. Ev jî tê wateya ku ez nikarim xwe bi rêve bibim. Li vir îrade nîne ji holê hatiyê rakirin. Ev jî tê wateya pergala zihniyeta desthilatdar. Hêja ev tişt nehatine derbaz kirin.
Îro em em binerin zihniyeta zilam ya ku tûndî dide meşandin, zihniyeta ku bi her awayî jiyana civakê desteser kiriye dagir kiriye. Jina ku vê rastiyê derbaz neke ber mirinê ve diçe. Em nabêjin zilam serdest e, em dibêjin pergala ku heyî zihniyeta zilame. Siyaseta ku jin tevlî dibe, di bingeh de dema feraset ne hat guhertin, eger zihniyeta zilam ji holê neye rakirin wê demê rengê jin, zekaya jin heza jin wê dernekeve holê. Ji bo vê ji hevserokatî ne tine cihê ku zihniyeta zilam serdeste li wir jin tevlî kirine. Di siyaseta kurdan de tevlî bûna jin di astek pir jor daye. Li hember vê rastiyê kem bûna rengê jin, tê wetaya ne derbaz kirina çanda zilame.
Feraseta ku dibêje bila jin otorite parve bike, di raya giştî de vebûnek çêbike şaş e. Pirsgirêka jina azad di parve kirina otorite nîne. Mijara qota bi xwe parve kirina otorite bû. Qota li hember zihniyeta zilam bergirî ye. Lê belê îro rewşa ku heyî vê derbaz dike. Di ava kirina pergalê de bergiriyên form tê girtin û heya astek rêkûpêkî tê ava kirin. Bi vî şewayî pergal tê ava kirin. Eger ev neye avakirin, wê carek din ji aliyê pergala desthilatdar mûdexelek were pêşxistin wê beriqandina xwe li form bike. Hevserokatî ji bi vê ye. Hevserokatî li hember nepêşxistana siyaseta demokratîk bergirî pêşxistine.
Îro li Kurdistan’a bakur û li Tirkiyê di derbarê şaredarî yê ezmûnên û ceribandinên pir mezin çêbûne. Lê belê ji paradigma ya demokratîk, ekolojîk, azadiya jin dur e. Eger heya niha di çarçoveya feraseta zilam de şaredarî tê bi rêvebirin, eger di welatê me de mirov parsekti yê dikin, bêmafî ya civakî hebe, eger jin ber bi zinarên aboriyê dibin qurban, fuhuş di asta herî jor da be, eger li ser civak û jin biyo-îktîdar tê meşandin û bi fuhuş bi encam dibe. Eger mirov wekhev û azad jiyan neke, mêtingeriya ku li ser zarokan tê berdewam kirin zarok tên îstîsmar kirin pêwîste ev pergal were derbaz kirin ev jî wê bi feraseta û xebatên hevserokatî pêş bikevin. Hevserokatî ji bo vê ye.
Ji bo ku ev pergala desthilatdar were derbaz kirin mijar ne tine tevlîbûna jin ya fîzîkî ye. Ne tine nûneriya jin kirine jî. Hevserokatî, rêveberi yek feraseta hevbeş avakirin û derxistina wê holê ye. Xwe azad bi rêvebirin bi rêveberiya cewherî mîsoger dibe.
Hevserokatî helandan zihniyeta zilam ya ku cemidî, destûr nedana ev zihniyeta cemîdî, civakê jî bi cemîdîne.
Çima Rêbertî perspektîfa hevserokatiyê da diyar kirin? û hevserokatî wê çawabe û çima ev qas girîngî hat dayîn? Wek civak ji bo astengiyên li hember azadiyê werin rakirin di naveroka van her dû pirsan da veşartiye.
Hevserokatî mûdahale kirina şêweyê rêveberi ya civakê ye.
Heya roja me, xwe ji zihniyeta dewlet, hiyerarşî hê jî xwe jê qût kirin şênber nebûye. Zihniyeta desthilatdar li ser civakê çewisandin dide meşandin. Siyaset bi kîjan rengî dibe bila bibe, bi giranî çanda zilame û jin di nav vê de bê rengî yê jiyan dike. bi vê ve girêdayî civak hemû li ser van bingehan tên bi rêvebirin û tê bê vîn kirin.
Hemû civak bi zihniyeta zilam tê bi rêvebirin. Başe zeka ya zilam çiye? Zeka ya zilam hişk bûna enerjî ye. Şewayê qalib girtin, cemidandin a hizire. Zekaya zilam hemû tişt dixe form, di cemidandin û zindîbûne di kuje. Ev rewş diyarde ya rêveberiyê bi giştî di camidine. Şêweyê zekaya zilam ya bi vî awayî di derdorê desthilatdariyê de ji bo xwe ava bike amadeye. Zekaya bi vî awayî şewa girtiye hem xwe di camidine hem jî zekaya civakê di camidine. Hevserokatî zekaya zilam ya ku hatiye cemidandin, di helîne û nahêle zekaya civak bê cemidandin.
Zekaya zilam hemû tişt nagire nav xwe, merhamet û dilovanî pir keme. Ji ber ku hestên dilovanî, merhemet keme, bêmafî di nav civakê de pêşdikeve. Dema ku yek ter yek birçî birazê encamên pergala zihniyeta zilam dide nîşandan. Ev jî tê wê wateyê hestên dadmendî kêm in. Di feraseta pergala kapîtalîst de ev heye, ‘bila kesek zerer nede min, ez jî ziyanê nadime’ heye. Gelo dema du mirov li ber çavên van kesên wiha ziyanê bide hev wê vicdana wan çi bêje? Wê çawe bi sekn î? Wê çawe nêz bibe? Ev mijar bi giştî azadiya kolektîf eleqêder dike.
Bi desthilatdariyê vê girêdayî zêhniyeta zilam çînayetî ava dike, dûalîteyek dide avakirin ev hemû jî dibin hîmê dewlet bûne. Hemû kodlama yên desthilatdarî û dewletî di rastiya zilam de şênber dibin.
Başe zekaya jin çiye? Zayîna jin tê çi wete ye? Eger jin li gorî xwezaya xwe tev bigere, wê taybetmendiyên, bûna rêveberî di xwe de şênber bike. Beriya her tişt jin di nav xwe de dihewîne, dikare hembêz bike. Şêweyê hizrandina jin hem herikbare hem jî zindî ye. di rastî ye de taybetmendiyên jin ên dayîk î, wê di gihîne hêza rêveberiya cewherî ku civakê bi rêve bibe. Dema ku em qala van mijaran dikin têne fizyolojî ya jin tê hizirandin, ev şaş e. Taybetmendiyên ku me dane diyar kirin ne tine bi fizyolojî ya jin ve girêdayî ye. taybetmendiyên civaka xwezayî ye. Dema ku zilamek di çarçoveya erkên civakî de wek dayîk xwe bibîne, bi wî şewa bihizire, dema ku hemû zarok, ciwan, kal bi kurtahî dema ku hemû civakê bikare hembêz bike wê demê rastî jî dikare diyarde ya rêveberî ya cewherî avabike. Dikare hevserokati yek rast bike.
Çawa ku jin zarokê xwe hembêz dike, xwedî dike, mezin dike, nahêle birçî bimîne û lê xwedî derdikeve, ev taybetmendiyên zayîna jin, di şêweyê zekaya jin ya heyberî de derdikeve holê. Zekaya jin bi zayîn, bi curbicuriyê, bi mezin kirine, pêşde diçe û xwe dide diyar kirin. hevserokatî ji bo vê rêbazê ava bike ye. ji bo zekaya jin were civak kirin. Hevserokatî bi zekaya zilamê ku hinek ji rêze derdikeve hole û bi hinek paşdemanî yên li ser rûpişandin û pêş keş kirin, wê pergala hevserokatî vale derxîne. Ev nêzîkatî jî bi çi şewayî nayê pejirandin.
Em di bêjin jina –dayîk, xwedawend -dayîk ev taybetmendî ne tinê ji bo jinên ku zarokên wan çêdibin yan jî jinên ku zarokên wan hene re tê gotin, ev taybetmendiyên hemû jinan ne. Her wiha ev taybetmendî yên çanda civakê ye jî. Rêbertiya me ji bo hevserokatî, jina ku di civaka xwezayî de taybetmendiyên wê şênber buye di roja me de ev kesayet di nav civak û di hemû kesan de bibe karekterek. Rêbertî vê ji bo jiyanek azad wek hîm digere dest û di vê derbarê de girîngiya hevserokatî û taybetmendiyên hevserokatî dide diyar kirin.
Di mijara û nîqaşên hev jiyana azad de jî hatibû ser ziman, bi zilam re jiyan kirin, tê wateya bi şêr re heman qefesê de jiyan kirine. Pergala heyî ku nûneriya zihniyeta zilam dike, ne di heman astê de jî be jina ku ketiyê nav vê pergalê de di roja me de di astek herî bilind de jintî yê jiyan bike jî, ji bo bikarin bibin jin û cewherê xwe vegerin pêwîstî bi şoreşekê heye.
Nêzîkatiya Rêbertî ji mirov, ji jinê re, bi pêşxistina hevserokatî re, ji pirsên çawe û çima re bersiv tê dayîn. Ji bo zihniyeta desthilatdariya ku pênase ya ji bo zilam û civakê daye ava kirin û ji bo rizgar kirina civakê ji van forman, hevserokatî hîmê bingehî nê. Ji bo civak rêveberiya cewherî avabike hevserokatî şert e. Ji bo zanista civakbûn were avakirin hevserokatî erkek sereke dileyîze.
Diyarde ya rêveberî yên cewherî di rastiyê de karê jinê ye. Bêguman hevserokatî di heman demê de bergirî ye. Li hember ferasetên şaş, feraseta desthilatdarî, li hember paşdemayîn û zihniyeta dewletî bergirî ye. Gelê kurd li hember nêzîkatî yên şaş zanistek jiyan kiriye.
Hevserokatî, jiyan kirina şiyara jin jiyan azadî ye. Yên ku kar û xebatên hevserokatî dikin pêwîste di hemû qadên jiyanê û di hemû şaneyên xwe de xwe bi rêxistin bike. Hevserokatiyek dema ku di civaka wî-wê de kesen birçî û belengaz pêwîste ew bi xwe di nav dewlemendî û lûks bûne de jiyan neke. Nabe ku jiyan jî bike. Dema ku di navbera hevserok û civakê de çînayetî hebe, wê deme mijara hevserokatî xwe nikare bigihîne serkeftinê û wê şeklî bimîne. Pergala ku Rêbertî ya me ji bo înşa daye ava kirin, bi şêweyek şeklî nêzîkatî dane raber kirin, li hember gele kurd ku daxwaza netewa demokratîk, zihniyetek azad bijîn re heqaret e.
Ji bo hevserokatî bi civaka xwe re Peyman bide avakirin rêveberî ya cewherî şertek bingehî nê. Ji ber ku hevserokatî pergala civaka azad armanc dike. di cihana hevserokatî de her gava ku, te avêtin wetaya Peymana civakên Kurdistan û Tirkiyê ye. Peymana civak bûna Rojhilata navîn wê li ser bingeha hevserokati ye pêş bikeve. Di vê wateyê de pêwîste hevserokatî zihniyeta peymana civakbûnê bidin avakirin û her wiha gelê me ye ku xwedî nirxên xwe û demokrasi ye derdikeve pêwîste ew jî vê peymanê ji hevserokan bixwazin.
Li ser bingeha madî nêzîkatî dane raber kirin niyetek şaş e. Li ser bingeha azadî bi civaka xwe re Peyman pêşxistin girînge. ji bo civaka xwe kar kirin û li ser vê bingehî gav avêtin girînge. Eger hebe di derbarê aborî de derfetên ku heyî xistina bin berjewendiyên gel û di vî derbarî de gavên ku tên avêtin bi wateyê. Ev nêzîkatî red kirina bergerana (dua) pergala dewletî û karmendiyê ye. ji ber ku ev bergeran pirsgirêka hebûn û nebûn ye. Mûçe, berjewendiyên kesî û hwd. nêzîkatiyên madî wê sih bêxe li ser pergala hevserokatî ye. ji bo vê jî pêwîste van nêzîkatî yan layîqê xwe nebînin.
Hevserokatî bi mijara hev jiyan azad re girêdanbûnekî xwe ya kur heye. Hev jiyana azad çiqas pêşbikeve û were rûnişkandin wê bingeha mijara hevserokatî jî derkeve holê. Bihev re rêbazek kolektîv derxistina holê girin û bingehî yê. Ev rêbaz hem wê pêşiya mezinbûna desthilatdarî ya di kesayet de heyî bigire, hem jî wê bi helê ku rêbazên rast derkevin holê.
Hevserokatî ji bo rengê kes winda nebe û civak nekeve rewşa kerî bûne wateya xwe jiyanî ye. ji bo vê jî pêwîste xûliqkarî hebe, her kêlî li ser pergalê hizrandin û kur bûn hebe. ji bo vê yekê jî xwe perwer de kirin xalek sereke ye. feraseta xwe perwerde kirin pêwîste li ser bingeha, bûna bersiva daxwaz û azadiya gel be. Xwe gihandina her endamê civakê û pêşxistina wan hîmekî bingehîn yê rêveberî ya cewherî ye.
Hevserokatî ji bo ku berhemê zekaya azad ya Rêbertî ye me ye, destpêkê dema me bîhîst ji me re pir xweş hat. Hestên azadiyê me re da avakirin. Lê belê pêwîste di asta van hest û hizirandinan de seknek û dest girtinek were raber kirin. bêgoman tine wek têgeh girtina dest û anîna ser ziman tê re nake. Bi gotina hevserokatî re hevserokatî ava nabe. Hevserokatî dema ku tenê bi ûnvan were dest girtin wê demê kesek nikare rastiya rêveberî ya cewherî di xwe de şênber bike. Bi unvana hevserokatî kesek nikare hev jiyana azad wek ferasetek heqîqêta jiyanê jiyanî bike.
Hevserokatî ji bo jiyanî kirina diruşma jin, jiyan azadî, bi girêdan bûna jin û jiyana civak heye. Azadiya jin û civakê bingeh û hedef digire. Ev diruşma di bingeh de wateyek xwe felsefîk heye. Di girêdan bûna jiyan û azadî ye de jin û jiyan de hevbirînek heye. Ji bo ev were fêhm kirin hevserokatî şert e.
Gelo jin bûyîn bi mirine ya bi jiyanê re girêdayî ye? Jin bûyîn bi azadî ya bi koletiyê ve girêdayî ye? Ev mijar pir girînge. Qasî ku ji bo kes girînge di heman demê ji bo mijara rêveberi ye wateyek xwe ya mezin heye. Di şerde berpirsiyarî ya mirovan rakirin pir zehmete. Lê belê mijara jiyanê jî qasî şer girîng û hesase. Berpirsiyarî ya vîna gel girtin ji berpirsyarî ya beden girtin pir zehmetir û girantir e.
Gelê kurd hatiyê asta ku bikarin li hember êrîş û nêzîkatiyên berjewendî perest nêzîkatî raber bike. Gelê kurd hatiyê asta zanistek ku li hember her êrîşa ku li ser civakbûna azad, nirxên gel seknek xwe bide diyar kirin. Her wiha pêwîste gel pergala xwe binîn astekê wisa ku kesen ji dil kar bikin.
Têgîna hevserokatî bi karanîn û wek tê xwestin ne jiyanî kirin, di derdorê têgeha hevserokatî hatin û çûyîn, tê wateya rêze nirxên ku hatine avakirin qedandine ev jî nayê pejirandin. Ji bo vê ji xwe û civak zana kirin û perwerde kirin girînge.