Jin

Gelo Ji Dewleta Tecawizkar Darizandinek  Adilane Tê Xwestin?

Kîjan dîn, mezhep û îdeolojî dibe bila bibe, eger zewaca zarokeke biçûk erê dike...

Berjîn TÊKOŞER

Em her roj bi nûçeyên nû yên kuştin, tecawiz û tacîza li hember jinan tên hejandin. Jin li her deverên cîhanê rastî tund û tûjiyê û bûyerên bi vî rengî tên. Êdî civak gihiştiye vê astê ku xwe ji hilweşînê nikare rabigire, her roj zilzileyeke nû dijî.

Dema mirov li kes dinêre, hema bejê dîn û har bûye û êrîşî çar aliyên xwe dike. Exlaqê civakî di tu demê de bi qasî vê sedsalê nehatiye hilweşandin û têkbirin. Êdî êrîş, kuştin û şîddeta li hember jinê hatiye asteke wisa ku ne tenê di nav malbatê de, di her qadê jiyanê de jin rojane rastî vê yekê tên. Mirov dikare bêje her qada jiyanê bûye navenda êrîşkirina li dijî jin ê. Cîhan bûye zîndan û her nêrandineke zilamê desthilatdar bûye zîncîr û li dest û piyên jinê hatiye gerandin. Jixwe li gor pergala desthilatdar sûcdar berê hatiye diyarkirin û pêdivî bi darizandinê jî nake. A ji roja ku ji parsûyên Adem hatiye xuliqandin heya roja me ya îro jixwe ji aliyê zîhniyeta mêrê serdest gunehbar hatiye îlankirin û cezayê wê hatiye birîn. Di mêjiyên qerisokî de deriyê zîndanê jê re hatiye vekirin. Ji bo vê ne pêwîste ew tiştekî bike; jixwe ew ji dema xwedayê mêr hatiye sûcdarkirin. Hemû lîstik ji wê demê vir ve hatine plankirin û amadekirin. Gelekî biêş û trajedîk e ku dayika pîroz, xwedawenda jin a ku jiyan afirandiye û bûye kanî ji şaristaniyê re îro di nav lepên guran de êşan dikişîne.

Çawa çêdibe ku çandeke ev çend dewlemend û pîroz ku ji hemû şaristaniyan re pêşengiyê dike; dibe dergûş û hemû jiyan li ser vê çandê bilind dibe, ev qas ji xwe biyanî dibe. Jixwe ewladê bêxêr ê ku hemû zor û zehmetiyên dayika pîroz ji mêj ve ji bîr kiriye û xwe avêtiye hembêza pergala serdest a dewletparêz. Êdî ewladê kêrnehatî rûyê xwe ji mêj ve li dayika pîroz zivirandiye, ji exlaq û çanda wê xwe dûr xistiye û maskeyê sexte yê pergala desthilatdar li rûyê xwe xistiye. Maskeyek ji dojeh ku hemû exlaq û çanda civaka xwezayî têk dibe; bi navê exlaq, bêexlaqî û bêçandiyê ferz dike. Bi navê namûsê bênamûsîtiyê dike. Baş e! destavêtin, di temenê biçûk de zewicandin û berdêldayîn bi xwe bênamûsîtiya  herî mezin û ne bêexlaqî ye? Baş e, ev ne bêwijdanî be çi ye? ‘Pirsgirêka civakê bi pirsgirêka jinê ve girêdayiye’.

Kîjan dîn, mezhep û îdeolojî dibe bila bibe, eger zewaca zarokeke biçûk erê dike; yan jî şîddeta li ser jinê û ji qetilkirina wê re dengê xwe neke, ev ji her cure pîvanên mirovahiyê dûr û ji wijdanê civakî bêpar e. Ji ber tişta ku civakê li ser lingan digire exlaq û wijdan e. Mirov nikare çanda civaka xwezayî  û pergala demokratîk bêyî vê bifikire. Ger civak bixwaze nirxên xwe yên çandî û exlaqî biparêze, pêwîst e berî her tiştî rastî û rola jinê ya di nav civaka demokratîk de bibîne. Ji ber ku bê fikirandina rola jinê ya di nav civaka demokratîk de, an jî bêyî çareserkirina pirsgirêka jinê ne mimkun e ku civak ji nû ve bên avakirin. Di vê mijarê de Rêbertî jî dide diyarkirin û dibêje: “Heya pirsgirêka jinê neyê çareserkirin, pirsgirêkên civakî wê neyên çareserkirin.” Ji bo vê jî rizgariya ji pirsgirêk û kaosa civakî ancax bi bilindkirina têkoşîna jinê û xwedîderketina li nirxên exlaqî û çandî yên civaka xwezayî gengaz e. Bi zîhniyeta heyî ya ku ji dogma û nêrandinên çewt yên li ser jinê ne mimkun e ku civak bê domandin. Domandina jiyanê li aliyekê, mirov ancax dikare behsa jiyaneke mirî ku her roj li ber sikratane bike. 

Îro hema bêje li tevahiya cîhanê em nûçeyên di der barê jinê de dibihîsin. Bûyerên rû didin, hovîtiya heyî pir aşkera radixe berçavan. Mînak: li Hindistanê ji ber ku keçek evîndar e, eşîr biryarê digire ku deh zilamên ji eşîrê dest biavêjinê. Dîsa li bajarê Kurdistanê Dersimê keçeke 12 salî ji aliyê cerdevanekî ve rastê destdirêjiya cinsî tê. Zilam, malbat, civak û pergal her tim êrîşên psîkolojîk li ser jinê didin avakirin û di temeneke pir biçûk de wan bi navê xweparastinê de bi tirsê mezin dikin. Zarokên keç bi gotinên, “Tu keç î pêwîst e,  ne zilam tu li ser xwe hakim bî. Çi çêbibe berpirsyar tu yî!” û hwd. mezin dibin. Baş e çima kes ji zarokên kur re nabêje ku destavêtin, lêdan û heqareta li hember jinê şerm e û wan di temenê biçûk de perwerde nake. Helbet em bi giştî baş dizanin ku ev pirsgirêk pirsgirêkeke zîhniyetê ye. Lê belê ji bo li dijî derketina wan bûyeran dengê me kêm û lewaz e. Ji bo dij derketina van bûyeran îro pêwîst bû li tevahiya cîhanê bi sed hezaran jin serî rakiribana û dengê xwe bilind kiribana. Dengek ji kûrahiya dîrokê ku bi hezarê salan e qîr dike û hema bêje her roj bi nalîn û hawar dixwaze xwe bigihîne me. Ew hawar û nalîna dayika ku ji pênc hezar sal û vir ve êş û jan dikşîne ye. Gelo jin çiqasî ji van pirsgirêkan re dibe bersiv? Çawa têdikoşe? Gelo her jinek ji xwe pirs dike ka ev têkoşîna ku dide bes e yan na. Yan jî zilam ji xwe pirs dike, ka ew di vê têkoşînê de çiqasî berpirsyar e? ‘Ya vê yekê dike dewlet e’.

Daxuyanî, nerazîbûnên biçûk ên protestoyî û bi rojane mirov nikare ji wan pirsgirêkan re bibe bersiv. Beriya her tiştî jî hewceye em vê yekê baş zanibin ku ji dewleta tecawizkar darizandineke adilane nayê xwestin. Lê, em temaşe dikin ku jin her roj bi sloganên ‘Dewlet, tecawizkaran darizîne!’ hêviya edaletê dikin. Jixwe yê ku wê yekê dike ma ne qey dewlet û zîhniyeta wî ya serdest e? Vê deme dewlet wê kê û çawa darizîne? Jin ji kê û çima edaletê dixwazin?

Yek ji mijara ku pêwîst e em rexne bikin jî zimanê nûçeyan e. Zimanekî ku zêde nêr tê bikaranîn heye. Bi wan nûçeyan civak tê birêvebirin û wek her carî di van nûçeyan de jî jin tên gunehbarkirin. Li Şûna ku jina hatiye kuştin û yan jî hatiye tecawîzkirin bike rojev, bi pirsa gelo çima û sedem çi bû ku zilam jin kuşt? Dîsa li pey tiştekî ne ku gunehekî jinê peyda bikin. A dimire jin, destdirêjî lê tê kirin jin û ya dîsa jî gunehbar jin e. Li tevahiya cîhanê, bi taybetî jî li welatên ku îro şer lê heye; rojane bi dehan jin rastî tund û tûjî, tecawiz û kuştinê tên. Lê bêdengiyeke pir ciddî di vê mijarê de heye. Mînak li Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê rewşa ku jin di nav de ne pir metirsyar e. Lê heya niha ne ji hêla sazî û dezgehên huqûqnasan û ne jî li hêla çapemeniyê de zêde neketiye rojevê.

Ji bo rewşa jinê ya di nav de ye diviyabû îro li her deverê cîhanê bi sedhezaran jin li ser piyan bûna û her qada civakî veguherandibana qadên têkoşînê. Helbet dema em vê yekê dibêjin ev nayê vê wateyê ku qet têkoşîn nayê meşandin. Lê li gor rewşa kaotîk a jin di nav de ye pir lewaz e. Bersiva herî xurt a li dijî van hovîtiyan têkoşîna jinan a mil bi mil e. Têkoşîn di qadan de û bi bilindkirina dengê jinên îsyankar ancax were çareserkirin. Naxwe her roj li benda edaletê mayîn û ji pergala desthilatdar hêviya darizandineke rast kirin, dê ev bêwijdanî û pirsgirêk neyên çareserkirin.