Serokatî

Li Kurdistanê Erka Huner û Gelala Romaneke Şoreşger-1

Gelek teşeyên curbecur ku xwestekên giyanî di nava xwe de peyda dikin, weke berhemên hunerî ...

Abdullah OCALAN

Pêşketina civakî, di bingehê bi xedarî rexnekirina rasteqîna civakî ya ku bi her awayî kesayetiya pêwîst e bê terkirin dide axaftin de derdikeve rastê. Bi vî awayî di bîçimê jiyana ku yekuna têkiliyên civakî yên ku kesayetiya tê pejirandin dide axaftin rastîneke guhêrker û dahûrîner diderbirîne.

Di şekilgirtinên netewî de qasên veguherîna çonayetî, dibine qasên şoreşî. Ji bo pêkanîna her pêkhateya civakî, şoreşa ku tê wateya serûbinbûyîna bingehîn, di destpêkê de li warê zanistiyê pêş dikeve. Pêşketina zanistî bi xwe re weke bêtir şênber li ba rêkxistinî û çalakmendiyê; felişandina têkiliyên jorsaziyê ku êdî li pêşiya jiyanê teng û weke astengekî tên, mîna peywirekî girîng datîne pêş xwe. Bêguman tevgera şoreşger hewldanên xwe yên ramyarî, li dijî raman û bîrdoziyên kevin di rêjeya têkoşînvedana rehdar de naverok û xeta xwe ya bîrdozî derdixe rastê. Dîsa vê têkoşînvedana xwe li hember dezgehên jorsaziyê gava ku didaxîne hewldaneke pratîk, êdî di nava qalikên zagonan da cîbicî nabe. Nikare bi azînên zagonî û aştiyane qîm bike. Bi azînên dijwarî dixwaze rasteriya siyasî vebike û pêşketina siyasî pêwîst dibîne. Her wiha pêşketina şoreşgeran destpêkê di warê bîrdozî û ber bi çûyînê ve jî di warê siyasî de derdikeve rastê. Şideta şoreşê, di rêjeya sepandina rêkxistinî û ponijîn de têkoşîn ber bi warê leşkerî ve dişemite. Her wiha pêşketina şoreşê ya bîrdozî û polîtîk berdewam dike û diçe. Ger xwe bigihîne serkeftinê wê gavê jêrsaziya xwe li rasta veguherînê tîne û teşeyê hilberîna kevin dirûxîne. Ew têkiliyên ku astengî çêdikin belav dike. Têkiliyên mulkiyeta nû di destpêkê de ji bo pêşketina hêzên hilberînê çarçova dest didin ava dike û hewl dide ku pêşketina xwe temam bike.

Huner û wêje pediviya giyanê ye

Şoreşa ku di jorsaziyê de dest pê dike, her wiha jêrsaziya xwe li veguherînê rast tîne, pêş dikeve û tekûz dibe. Di vê derê de pirsa herî girîng ku bê bersivandin ev e: Erka wêjeyê çi ye? Ango pêwîst e bi giştî huner, bi taybet jî wêje û dîsa ew romana ku beşek girîng a vê yekê ye bi pirsa ka erka şoreşî çi ye, ku em bibersivînin. Ger huner nebe em nikarin qala civakan bikin. lewma huner, amrazekî jêveneger e, ji bo civakbûyîn û pêşketina civakî. Bi taybetî, ji ber ku mirov nêzîkatiya xwe ya li hember xwezayê bi zanistî û bi polîtîkayê tam nikare dahûrîne û nikare giyana xwe bi têrbûyîneke daringî têr bike, wî ber bi teşeyê têrbûyîbûneke cewaz, yanî ber bi hunerê ve dibe. Di vê wateyê de huner, derbaskirina pêdiviya giyanê esas digire. Bêguman pêwendiya vê bi raman ve heye. Bi hêsanî mirov dikare diyar bike ku huner, warekî pir xweser diderbirîne.

 Gelek teşeyên curbecur ku xwestekên giyanî di nava xwe de peyda dikin, weke berhemên hunerî derdikevin pêş me û her wiha têrbûyîna arişî pêk tînin. Berhemên pergalê jî dem bi dem hunerê bandor dikin. Dîsa pêşketina polîtîk jî pir nêzîk ve pêwendiya xwe bi huner re dide avakirin. Lê ji van tevan re em nikarin bibêjin huner. Di aliyê din de, di polîtîka û aboriyê de mirov dikare qala hunerê bike. Gelek bîrdoziyên curbecur nêzîkê huner dibin. Di virê de ya bê têgiştin ev e ku; huner ji faktorên civakî yên din zêde bandor digire, lê bi wana re nabe jêbûnî ango dibe siyeke wan a pasîf. Lê belê weke pêdiviyeke çist û jêveneger jiyandin û hîskirina wê mijara gotinê ye.

Dikare bê gotin ku jiyan, bi gor pêdiviyên mirovatiyê tê şekilkirin, di virê de tevahî amraz û azînên ku tên dîtin, dikevin berfirehiya hunerê. Bûyera ku em dibêjin dengekî xweşik, dimenê bi çav xweş tê, helbest ango destana baş a ku hîtabê giyanê dike weke cureyekî hunerê tê nirxandin. Dibe ku ev tunebin jî jiyan bidome, lê ev yek razberkirinek e. Di her nihêrtinê de hemin veqetandina xweşikbûn û kirêtiyê heye. Dîsa di her nêzîkatiya giyana mirov de tiştên ku li xweşê diçin û naçin hene. Libat û tevgerîna baş heye, libat û tevgerîna şaş heye. Lewma Civakek yan jî takekes her çende ku bilind dibe (bi taybetî dema ku çalaktiyên hunerê dibe mijara gotinê) ku pêşketin hatibe pêkînandin yek jî di vî aliyê de dibe derbirîna pêşveçûyînê. Yekî ku di nav teşeyê hunera pir paş de maye ango di nav teşeyê libata pir paşdemayî de seyr dike û diçe ji hovebertiya wî tê qalkirin. Kesayeta ku kûrbûna giyanê û dewlemendiyê bi xwe re peyda nake, ji mûzîk, dîmen û bi her awayî teşeyên libata huneriyên cûrbecûr ve bandor nabe û nakeve ferqa ve yekê, rehên jiyana wî ziwa bûne. Lewma huner, erka xwe ya civakî bêgotûbêj e. Bêyî wê jiyan tenê dikare nêzîkê jiyaneke ajalî seyr bike. Sînorê ku ajal, bi mirovatiyê re dibe yek, dikare biderbirîne. Ev, ne jiyaneke ku were pejirandin.

Bi vê wateyê di her qonaxa pêşketina civakî û pêngavên çonayetî de rasteriya pêşketinê ya hatiye pêkînandin, di heman demê de rasteriya pêşketina hunerê jî dide diyarkirin. Jixwe qonaxên civakî yên serûbinbûnên girîng, di heman demê de bi hewldanên hunerê ve darîçav dibin. Her serûbinbûyîn di destpêkê de li warê hunerê pêş dikeve; hem hunerê bandor dike, hem jî jê bandor digire. Bi taybetî qonaxên şoreşî, weke ku bi hunerê tên amadekirin, di gihandina teşeyên çonayetî û xurt de bandorekî girîng çêdikin. Huner bi vê wateyê li hember zoriyên jiyanê henase wergirtineke fireh e. Yanî ew giyana mirov a ku teng bûye, bi hemû behremendiya seheka xwe ve qewastin çêkirin e. Bi tiştên heyî û kevin qîm nekirin e. Qîmpênanîna wê jî, hêz qezenckirin e. Dikare pênasa şoreşa hunerî wisa bê çêkirin.

Civak û welatê Kurdistan dema ku dibe mijara gotinê, bi pênaseya giştî ya guncîn a hunerê tişta ku dikare bê gotin, tevahîtiya civakê di mercên feodal û mêtîngeriyê de hatiye rewşeke ku nikare henase wergire û xwe bide pêşxistin û ev yek jî, li ser hunerê bandorekî pir neyênî çekiriye. Lê belê di virê de ya herî girîng ev e: Gel, di gelek dezgehbûnên jorsaziyê, têkilî û hêzan de tevî ku pir zorayî kişandiye ango hatiye qedandin, lê sînordar be jî, xwe tenê bi huner dikare bide jiyandin, dîsa derbirîna nasnameya xwe dikare tenê bi hunerê bidomîne. Em vê yekê dibînin. Ev yek jî hêza huner nîşan dide. Huner dibe taybetmendiyekê civakî yê belkî jî herî dawî bin bikeve û bê wendakirin.

Mêtîngerî dijminê huner e jî

Mêtîngerî, di heman demê de ji bo pekanîna qirkirina hunerê hendazetiyekî mezin nîşan dide. Qirkirinên di her astîde ku li Kurdistanê hatiye pêkînandin, di rêjeyeke giring de qirkirina hunerê jî pêk aniye. Lê huner, ji ber ku hindek bi giyanê ve girêdayî ye pir û bêtir zindî ye, di nava kategoriya yên dijîn de cih digire û aliyê xwe yê arişî de giraniyê dide çêkirin, ew qirkirinên ku di şertên daringî de pêk tên, qasî wana qirkinê napejirîne ango vala derdixe. Huner, taybetmendiyekê xwe yê wisa jî heye.

lewma civaka Kurd, di rasteqîna gel de nasname, hindik zêde berdewamkirina bi huner tê fêmkirin. Bi taybetî folklor û mûzîk bûne sebeb ku nasnama netew di rewşeke diyarî de xwe li ser piya bihêle. Lê gelek alî û çalaktiya hunerê hatiye tewişandin û li pişaftinê rast hatiye. Her wiha ji bo hunera netewa serdest bûye amrazekî bikaranînê.

Serdestiya mêtîngerî, di heman demê de serdestiya hunerî ye jî. Ev yek jî derbirîna xwe, destpêkê di nejiyandina rastîna hunera gel, tewişandin, ji xwe re malkirin û anîna halê nenasînê û piştre jî hunera xwe wek hunera ku a gelê bindest e, di vê nêzîkatiya nîşandanê de peyda dike. Dîsa mêtîngerî di hemû dezgehên fermî de, bi taybetî, li ser piştevaniya hêza dewletê, ji bo vê yekê şiringa cîhana giyan û hestên gelê bindest da ku baweriya “di bingeh de tu ji netewa serdest î, wek wî yî, nasnameyekê te yê cuda nîn e’’ bide çêkirin, serdestiyeke mezintirîn pêş dixe. Her wiha netewa serdest di rêjeya ku xwe dide pejirandin de, tunekirina netewekê temam dibe. Bi vî rengî nasnama netew wenda dibe û nasnama netewa serdest desthilat dibe. Bi rastî jî ev, di rasteqîna Kurd de rewşeke herî pêş ketiye. Ji ber vê sedemê, li hember rasteqîna netewa serdest berxwedaneke pir hindik heye. Tebî ev yek nîşan dide ku mêtîngerî ka çiqas pêş ketiye.

Nexwe, têkoşîna li hember mêtîngeriyê di warê hunerî de piçûk nayê dîtin. Dîsa di warê huner de pir bi sînor be jî, hebûna nasnama netewî di hinek aliyan de domandin dikare bingehek çêbike, ji bo derketineke girîng di têkoşina rizgariya netew de. Di qonaxên destpêkê de bi taybetî, xebata çand û hunerî piştgiriyekê ji netewbûn û têkoşîna netew re dide çêkirin. Heya qonaxeke diyar roleke girîng dileyize. Lê heke ku şideta siyasî û leşkerî nebe, têkoşîna çandî û hunerî zêde wateyekê naderbirîne û zelal tê dîtin ku erka xwe nikare bide temamkirin.

Mirov dikare qala nêzîkatiya rewşenbîr û mîliyetperestiya hoveber ku di vê wateyê de huner rast nanirxînin bike. Em baş dizanin ku huner, çand û xebata wêjeyê ya ketûber bi rizgariya netewî, bi taybetî jî bi peywirên siyasî û leşkerî têkil hev dikin ango bi vî rengî naxwazin peywirên xwe bibînin, mafê hunerê jî nadin û rê vedikin ji bona têkilhevkirinekê.

Bi pêşketina têkoşîna me ya şoreşger huner hem erkdariya di nava şoreşê de hatiye zelalkirin, hem jî ew çemkên çewt ên di nava şoreşê de neyêniya wan hatiye marezkirin. Çawa ku rola hunerê re giraniya pêwîst dike hatibe dayîn, li hember karanîna helperestî jî, rexneyên pêwîst hatiye pêş xistin. Ka çiqas ev yek rast e di nava têkoşîna şoreşê ya bilindbûyî de pêşketina hunerî wek aşutekî mezin bûye, li ba vê yekê qasî bandora warê hunerî li warê siyasî û leşkerî, van waran jî li ser warê hunerî bandorekê derxistiye rastê. Di vê wateyê de çalaktiya hunerê hatiye gihandin bingehên rast ên erkdariya şoreşgerî. Ji destpêka sedsalê vir ve heta pêşiya wê jî, nasnama netew a ku dihate xwestin xwe bigihîne asta hunerê wek dêwekî hilperînê pêk aniye û ev tenê bi têkoşîna siyasî û leşkerî derketiye rastê. Lê, li ba vê yekê erkdariya huner kêm nebûye, tam berevajî zêde bûye. Her wisa ku şoreşa Kurdistanê serûbinbûneke girîng dije, şer ji hemû girseyan re bûye mal, xwe kûr dike, her çîn û tebeqeyî digire nava berfirehiya xwe, vê yekê didomîne, li ba vê yekê kêmbûyîna erkdariya hunerê bila li vir bimîne, em dibînin ku bêtir zêde bûye û hatiye halê pêdiviyeke şênber. Girseyên gel, bi mûzîk, folklor û wêneyên şoreşgerî bêtir hatiye rewşeke zindî û ji bo teşeyê jiyaneke baş hewl dide ku zêdetir xwe lêhatî bike. Yanî di vê wateyê de bi kiryarî şoreşeke hunerî tê jiyîn. Lê li rexmî vê diyar e ku, ev yek nayê terkeserkirina jixweberiyê, tam berevajî pir eşkere ye ku pêdiviya xeteke huner a pir rehdar û xebata wê ya pratîk heye. Her wiha ji bo derbaskirina kêmasiyên heyî mîna afirandina eniya hunerê û berê xwe dayîna xebateke wisa hem pêdivî ye, hem jî sehayek e ku ji pêşketina şoreşî re tevkariyekê çêdike.

Ji pirsa “Çawa Bijîn’’ re bersîva bê dayîn romanek e

A ku em dixwazin di vê sehayê de bidin pêşxistin, di bingeh de gelala romaneke şoreşgerî ye. Em dikarin bibêjin ji pêvajoya hilveçirîna korgirêka ku di civaka Kurd de hatiye çêkirin û pêvajoya ber bi rizgariya nû ve bi romanê hunandin ango bi romanê anîna ziman. Bersîva em ji “Çawa Bijîn’’ re bidin di  wateyekê de dibe roman. Em raveya şoreşê a bîrdozî, polîtîk û leşkerî û dîsa stratejî û taktîkê pêş dixin. Her wiha peşketin çêdibin û diçin. Lê di heman demê de ger ku em pirsa “Jiyana şoreşger wê çawa be’’ nebersivînin, wê emê şoreşa xwe ji pêşketineke giyanî ya girîng û ji teşeyê libatê pêmen bikin û eşkere ye ku ev nabe saxlemiyek. Lewma ji bo milîtanek şoreşger pirsa “Çawa Bijîn’’ sotîner e. Jixwe têkoşîna rizgariya netew a ku di bin serokatiya partî ya me de pêş dikeve, hemû civakê alandiye, tenê ne ji bo milîtan, ji bona hemû takekesan şêwazeke jiyana şoreşger ka çawa pêwîste bê peşxistin, bi qasî nan û avê bi misogerî aniye halê pêdiviyekê. Di nava civaka me de paşdemayînên mezintirîn û xirabûnên libatî hene. Dema têkiliya vê bi mêtîngerî, Kemalîzm û dîsa bermayên çerxa navîn ve bê kolandin û dahûrandin, wê bê dîtin ku ka çiqas têkilî û jiyanên bên hilweşandin û li hemberê bertek bê raberkirin û dîsa di şûna wan de ji têkilî û teşeyên jiyana nû ku bê afirandin, hewqas pêdivî pê heye.

Va ye roman, hindek jî di navbera vê belênayê de hewldanê diderbirîne. Têkilî û teşeyê jiyana ku pêwîst e bê derbaskirin, têkilî û teşeyê jiyana pêwîst e bê parastin lêkolîn û lêpirsîn dike, dahûrîn dike û ji nû ve ava dike. Ev yek ger ku  teknîka hunerê baş bê karînandin, di wê rêjeyê de, wê ji şoreşê re tevkariya herî baş bide berpêşkirin. Tebî dema ku têkoşîna me ya şoreşger dibe mijara gotinê, rasteqînên dîrokî yên şoreşê, teşegirtina civaka ku xwe li ser radigire, bi taybetî li ba pêvajoya dîrokî ya nêzîk rasteqîna ku îroyîn dije û aliyên pêşketinên dibêtî ku pêgirê nirxandina asteke nêzîkê zanistiyê bê kirin û ji romanê re zemînekî wisa bê berpêşkirin, em dikarin destnîşan bikin ku ev pêdiviya romanê pala xwe dide ango divê pala xwe bide ser binyada rasteqîna sosyalîst.

Ev yek di heman demê de, di bingehê daneyên zanîstî de derdikeve rastê, ew aliyên ku kevneperestî bi her awayî pê re çêdikin, şunda dikişînin û vesazî dikin û helwesta ku dixwaze nûjenî bike, ji her cure temsîla vê re bi rexneyê bersîv dide. Li ba vê yekê, xwedî li rasteriya pêşketî derdikeve, ji bona pêşengtiya vê bêrî, azwerî û bilindbûnê esas werdigire. Ev roman, rasteqîna tê jiyandin tam jî bi vê teşeyê digire dest, di bingeh de jiyana takekes a ku bi hilweşandinê ve rû bi rû maye û piştgiriyê ji jêr û jorsaziya civakê werdigire ji hilweşandina wê re çavdêrî dike û di teşeyê herî radîkal de rexne dike. Lê di heman demê de yê şunê de bê cîbicîkirin ka wê çawa be, hewl dide ku derxîne rastê û girêdana bi kevirên bingehîn yên jêr û jorsaziya tevahî jiyana nû ya ku divê bê pejirandin, bide avakirin. Ev, di kesayeta tîpek an çend tîpan de dikare ji avakirina nû ya hemû civakê re rê bide vekirin. Li virê sê-çar tîpên ku were destgirtin, di heman demê de ji dahûrandina rasteqîna dîrakî û civakî re, wê rê bide vekirin. Çend tîpên ka kîjan dîroka paşdemayî têkiliyên civakî yên vê dîrokê temsîl dikin baş didahûrîne, baş çavdêrî dike, baş rexne dike û ji nû ve ava dike. Ger ku vê yekê çiqas bi kûranî, çiqas bi xweşikî û çiqas bi hunerî bigire dest, hewqas jî dikare berhemên hunerî yên saxlem derxîne rastê. Êdî ev der, bi hêza hunermend ve girêdayî ye. Hindek xeyalên xwe dide axaftin. Yanî di virê de ji zanistiyê zêdetir xeyalan dana axaftin, xwestek, bêrî û azweriyan anîna ziman mijara gotinê ye. Li hember çi me, çi dixwazim, divê çi hilweşînim, çi ava bikim; çi kirêt e, çi xweşik e; çi nayê jiyandin, çi tê jiyandin; çi tê pejirandin, çi tê redkirin; çi tercîha min e, çi ne tercîha min e, van pirsan eşkere dipirse û bersîvên tûj dide. Bersîvên ku bide, wê giştiya hemû civakê girê bide.

Va ye, ew gelala romana ku em dixwazin pêş bixin, li derdora van pirsan hindik zêde pêwîst e bê derxistin. Rasteqîna tê jiyandin jî di wateyekê de ev e. Li ba pêwendiya vê rasteqînê bi mezintirîn kevneperest û muhafazakar, yanî bi mêtîngeriyê û bi bermayên feodal ve, di heman demê de, ew civaka ka çawa bi nûjeniyeke sexte ve tê cîlakirin, hewl hatiye dayîn ku derxîne rastê. Heta welatparêziya sexte, di bin navê çepê sexte de kesayet û kesayetiyên heyî ka çi ne, hatiye ravekirin û li ba vana, pêwendiya rizgariya civakî ya nû bi nasnameya netew re ango di asta kesanî de temsîlkirin ka wê çawa çêbibe; kesayetên wisa çawa derdikevin rastê û çawa ditêkoşin; ev yek jî hatiye daxistin.

Yek jî, ji tîpên berwenda hatiye qalkirin. Ew tîpên ku lingekî xwe li bermaya serdema navîn e  û lingekî xwe şekilbûyîna civaka nû de ye, her tim sîketina her du aliyan temsîl dikin û xwe li dijî her qonaxên girîng dana çespandina wan hatiye rexnekirin. Bi taybetî dahûrînên Serokatî (em dikarin bibêjin dahûrînên bingehîn in) yên di vê mijarê de pêşketinên ku derxistiye rastê, ku bê lêkolînkirin û pê ve girêdayî da ku wek kelûmelê romaneke şoreşger pêgirê nirxandinê bê kirin wê tevkariyekê berpêş bike. Ev xet hindik zêde di dahûrînan de hatiye derxistin. Dahûrînên kesayeta bingehîn; di jiyanê de, di nav şerê germ de hatine ezmûnekirin û derketine rastê. Yanî ev ne xeyalî ne, rastînên ku şoreşê derxistine rastê ne.

Lewma dane û kelûmelên ku romaneke rasteqînî pala xwe bidê mijara gotinê ye. Yanî hewqas kelûmelên ku di wêjeya çi welatî de nehatiye peydakirin hatiye bidestgirtin. Têkoşîna rizgariya netew ku di bin serokatiya PKKê de hatiye birêvebirin qehremantî, xiyanet û berwendayên derxistiye rastê kelûmelên mezintirîn in û heta li ser her qonax yan jî li ser her her tîpekê, dikare pirtûk bê nivîsandin. Em tenê derbirîna vê ya herî giştî, girêdayê pêvajoyên rizgariya netew û partiyê hewl didin ku bidin. Gelala romanê di aliyekê de rasteqîna mêtîngerî û kemalîzma Tirk a faşîst, di aliyekê de jî rasteqîna Kurdistanê ya eşirî û feodaliya serdema navîn, di aliyekê din de jî, rewşa kedkar, karker û gundiyên xizan, ew kes û têkiliyên ku ji pêwendiyên eşîrî û feodalî hatine qutkirin û hatine şekilkirin hewl dide ku bîne ziman. Û PKK di wateyekê de dibe ev. Roman, pêşketina di vê wateyê de hewl dide ku di asta hunerî de pêş bixe. Hem berhemekê pêşketina şoreşî ye, hem jî ji bo pêşketina şoreşgerî teşeyekê dide. Her çende ku bi helbest, mûzîk û wêneyan şoreş nayên pêkanîn jî, ji bo pêşxistina herî puxteyî ku wê roman tevkariyekê jê re berpêş bike bêguman e. Gelale hindik zêde dayîna naveroka vê ji xwe re kiriye armanc.

Di bingeh de tîpên hîmî mijara gotinê ye, lê heke ku em gelek tîpan bidin axaftin wê kelûmel bêtir dewlemend bibe. Lewma bi neqandin, yekirina gelek qismên baş, yanî bi gihandina sentezekê roman dikare pêk were. Di vê gelala romana ku em dixwazin bidin de, bi komên curbecur lêgerîn tên çêkirin. Em li hember kîjan jiyanê bertek raber dikin û ka em bêriya kîjan jiyanê dikin tê lêpirsîn. Dîsa çi baş e, çi xweşik e; çi rast e, çi çewt e; çi kirêt e, çi xirab e pirsên wiha di virê de zêde tên pêşxistin. Ji ber ku roman hindek di nava van têgînên hîmî de pêş dikeve. Hun, ji ku derê tên, jiyana kevin çi ye, jê qutbûna we çawa ye; dîsa pêwendiyên we bi jiyana nû re çi ye, hun çawa pê ve hatin girêdan, hun dixwazin çawa pêş bixin, van pirsan zêde pêş dixe. Di aliyê din de bi lez pêşneketin û nehatina halê milîtanek şoreşger ka çi diderbirîne; xuyangên vê yên curbecur çi ne; di kesayetê de ji çi re rê vedike? Li van tê lêpirsîn û bi azîneke rast ji bo pêşxistina şoreşê bi her awayî gihîştina tevkariyekê tê xwestin.

Romana Kurdistanê divê xweser be

Bêguman gava ku li Kurdistanê gelala romana şoreşger tê pêşxistin, ji ezmûneyên netewên din jî sûdwergirtin girîngî hildigire. Bi taybetî rasteqîna romana Fransa ku şoreşên hîmî çêkiriye, dîsa rasteqîna romana Rus û heta li ba hindek taybetmendiyên qonaxa zayîna şoreşa İslamê, Vîktor Hugo, Balzaq û hwd. romanivîsên mezin hene. Pêwendiyên van bi şoreşa Fransa ve tê avakirin. Dîsa şoreşa Rus têkiliyên xwe bi Tolstoy, Dostoyevskî, Çernîşevskî, Gorkî û hwd. çi ne; vana di kîjan qonaxa şoreşê de û bi çi cure berheman di tevkariya şoreşê de peyda bûne? Hindek taybetmendiyên bingehîn yên şoreşa Îslamiyetê çi ne; bi taybetî çima piştre bûye paşverû, vegeriyaye kevnepêrestiyê û hindek taybetmendiyên bingehîn ên kesayetiyê çawa derxistiye rastê? Malbateke çawa, tîpekê jin-zilamê çawa derxistiye rastê.

Di rasteqîna civaka Rojhilata Navîn de ev dikarin bên pêşçavkirin. Tebî romana Kurdistan rasteqîna şênber a xwe ku hindek bêşiban e divê bîne pêş çavên xwe. Taybetmendiyên civakiya Kurd, ji ber dîroka jiyaye pir hindik dişibe civakên din. Lewma pêwîst e reseniya xwe pir baş bîne pêş çavên xwe. Yanî romana Kurdistan, pêwîst e bêtir bibe romaneke xweser, nikare zêde lasayî pêş bixe. Lasayîkirina romanivîsiya Tirk jî zêde pêşxistinkar nabe.

Vê yekê têkoşîna şoraşa me bi rengekê balkêş daxistiye rastê. Xebateke hunerê ya bi baldar dikare bibîne ku şoreşa me ya pêşketî henaseyeke mezin bi huner daye wergirtin û bi hunerê jî şoreş pir tê pêşxistin. Dikare hêz raberî xebatek wisa bike û berhemên xurt derxîne rastê. Ji vê qonaxa ku têkoşîna me bi ponijîn tê de peyda dibe re, ji pirsa “Çawa Bijîn’’ re bi romaneke wisa ve bersîv gihandin jî, tevkariyeke piçûk nayê dîtin e. Ger derfetên me dest dabana li ba peywirên bîrdozî, siyasî, leşkerî wê me kariba tevkariyeke wisa ji peywirên wêjeyî re berpêş bikira. Jixwe her ku em fersend dibînin, em hewl didin ku vê çêbikin. Bi rastî jî ev hewldanên me tevkariyê diderbirînin.

Milîtanên ku di vê mijarê de bixwebawer in, ka huner bi taybetî jî wêje û roman di nava me de bi pêşwazîkirina çi berpirsiyar e dikarin bînin pêş çavên xwe û divê ji bîr nekin ku, di vê navberê de ji pirsa “Çawa Bijîn’’ re bi dayîna bersîva herî rast wê tevkariyekê karibin berpêş bikin.

Çawa ku ez pir caran diyar dikim, mirov dikare gelek mînakan bîne pêş çavên xwe. Di Diroka her gelê de mîna vê pêngav hene. Di qonaxa began a wurşedar de, hindek pêşketin di wêjeya kurd de çêbûye. Dîroka kurd jêderka çiyê ya tê zanin, di wan qonaxên nayê zanîn ê hatina me ya vê çavkaniyê ka çawa hatiye derbirandin, di hin destanan de dîtin gengaz e.

Hin tîpên weke Kawayê Şoreşger ku serî rakirine û vegotinên wêjeyî weke Memê Alan hene. Vana ji sertara girîng a pêşketina civakî hêz girtine û hatine pêş xistin. Bi vegotineke lehçeya Rojhilat yan jî bi azînan heta roja me ya îro bandordar bûne. Mem û Zîn a Ehmedê Xanê jî di vê wateyê de, bi taybetî di qonaxa ku otorîteya keyayan ji bo gelan çarçova netew û civakan xet dikir de, derbirîna wê pêdiviyê ye. Ji şêwaza mîran a par û perçe dikir û tim bi hev re di pevçûnê de bûn û yekîtiya netew pêk nedianîn heya xwiyanga nav sûlaleya feodal hewl dide ku vebibêje. Vegotina di virê de pêk tê, di bingeh de rasteqîna feodal mîr a req ku nayê yekîtiya gel û wê yekîtiyê venaguhêze asta netew e. Pir û pir fitne fesad heye, xulamtî heye; hewl dide ku vê bîne ziman. Lê, ji ber ku pêvajoyeke şoreşî ya bingehîn nejiyaye, nikare bi vegotineke xurtir xwe temam bike û pêş bixîne.

Ji ber ku Kurdistan şoreşeke rişt nejiyaye, em di dîrokê de ne di sedsala 18an, ne di sedsala 19an, ne jî di sedsala 20an de rastê mînakên romanên xurt nabin. Yên hatine nivîsandin, di bingehê tunekirina kemalîzmê de romanên Tirk in. Di vê mijarê de Yaşar Kemal bi xwe jî, navê wê rasteqînê ye ku ji rasteqîna Kurd a ku bûye Tirkane best girtiye û derketiye rê. Xwedî romanivîsiyeke wisa ye. Mîna vê gelek romanivîs hene. Ev ew romanivîs in ku di dirêjahiya tevahî dîroka komarê de ew rastiya  ku serîhildanan perçiqandiye û bi piştre jî, bi Tirkiyê re kiriye yek di teşeyekê pêşverû de pênase kirine. Di ciyekî de kemalîst sinc, wêrankarî û tunekirin hatiye xwestin ku bi riya wêjeyê re rewa bê nîşandan. Di vê bingehê de pergala ku hatiye avakirin; mîna xweşiktiya ku pêşverû ye û pêwîst e bê jiyîn daye çespandin. Tebî bi wêjeyê hatine aşîkirin û divê bên redkirin. Perspektîfa van romanan, dil bi rasteqîna Kurdistanê neşewitandin û ka ev çi ye pê tênegihîştin e. Her tiştî înkarkirin e, hem jî bi lezgînî! Cardin wan neyêniyên kevin nevekirin e. Kurdan wek paşverû û wehş nîşandayîn e.

Va, dixwaze bila Kurd be, dixwaze bila Tirk be, heya niha di derbarê Kurdistanê de romanivîsi, hunermendî û wêjevanî ya baş di vê bingehê de xwediyê erkekê ye. Tebî ev romanivîsî di radeyeke dawî de wêrankariyê afirandiye. Bi taybetî şekilgirtina kesayetê çelexwarî pêş xistiye. Ramandina azad û rasteqînî asteng kiriye. Tirkbûyîn, koçkirina metropolan, welat û gelê xwe piçûk dîtin û bi rengekê hêsanî dest jê berdanê bi xwe re aniye. Ev ji pêvajoya ber bi metropol û Ewrûpayê ve herikandineke mezintirîn û pêvajoya ji xwe revê ye. Di heman demê de pêvajoya revê ya ji giyan û mejiyê xwe ye. Heta ev pêvajo, qasî qedalbûyînê pêş ketiye. Pir hindik kes karîbûye li rasteqîna xwe xwedî derkeve. Her tişt bi erzanî ji dest hatiye derxistin. Yên ku nav girtine ser zimanê xwe jî, ya hatine sîxurkirin yan jî, hevkarmendên bi misyona ku di bingehê hin berjewendiyan de bi dest girtine de derketine rastê. Welatparêzî, hatiye veguherandin têgîneke ku di ber re jî nayê borandin.

Tebî em vê yekê heya derketina tevgera şoreşgerî, bi rengekê bêtir trajedî û kûrbûyî dibînin. Bi taybetî binketina her serîhildnanê, di çûyîna encamek wiha de rol leyistiye. Piştî serîhildanan, yanî qonaxa terora spî, di bingeh de rasteqîna gelê Kurd, ji qonaxa serîhildanan bêtir xistiye xeternakiyê û em dikarin bibêjin ku aniye heya wê xala ber qedanê.

Va, ev tîpên heyî, di çarçoveya vê vegotina giştî de derketin rastê. Em, hinek wisa derketin rastê. Hun weke derbirîna vê gelemperiyê, dikarin pênaseyekê deynin ka hun çi ne û dixwazin çi bikin. Di wateyekê de ev, êdî dibe gihîştina kesan bi pêvajoya nirxandina rasteqînî.

Yên ku bi rasteqîna xwe rast tênagihîjin, qet nikarin bibin xwedî çalakiyeke rişt. Bi aliyên xwe yên zêde hestiyar derdikevine rastê û ev derketina rastê jî, ji her cure bandorê re vekiriye. Çima ? Ji ber ku ne derketinek bi gor pênaseya rasteqînê ye. Ji xwe bêhay e. Em jî di vê wateyê de jê re dibêjin şûngeha “Xafîl’’. Mirov dikare ji vê re bibêje teşeyekê cehaletê jî. Ger hun bala xwe bidinê, ev, rasteqîna we tevan a ku bi ponijîn dijîn. Hun tev xwedî jêderkeke wiha ne. Zanebûn û hesta vê jêderkê di we de çiqas pêş ketiye, diyar nîn e. Kemalîzm qasî karibe ketiye nav, malbatî û eşîrî, qasî karibin ketine nav. Ji têgîna welat û ji têgîna gel heta dawiyê pêmenî hatiye jiyandin. Taybetmendiyên rewşenbîrên Tirk di radeyeke dawî de bi teşeyê demagojîk teyisiye. Dîsa demagojiya feodal teyisiye. Bîrdoziya dê, bav û kal teyisiye. Vana tev kesayetê ji rasteqîna bingehîn, ji rasteqîna dîrokî, ji rasteqîna hemdemê dûr xistiye û jê qut kiriye. Lewma hun lewaz dimînin. Hûn, di bîrdoziyê de, di polîtîkayê de, di çalakiyê de û di jiyanê de lewaz dimînin. Di her sehayê de koma tîpên ku dinalin, diqarin, ditengisin, net nabin, tûj nabin, nayên dahûrandin û xwe nagihînin çareseriyê mijara gotinê ye. Taybetmendiyên vê kesayetê, hatiye veguhestin nava pêşengiya şoreşî. Me, hewl da ku, em vê yekê bi şurê şoreşê yê herî tuj derbas bikin. Piraniya we di vê bingehê de herikîn nav şoreşê. We got, “Ev rêka herî kurt a pêşketinê ye.’’  Li hember pergalê bertek bi we re çêbû, hun hatin nav şoreşê. Helbet tiştên we di nava partiyê de jiyaye, ew hezar teşeyên kevin bi şêwazeke cuda berdewamkirin e. Li hember vê bertek, di ciyekî de şerê nav rêkxistinê yê şoreş û dijî-şoreşê ye. Her wiha di vê pêvajoyê de derketina yên binkeftî û serkeftî, ev hewqas pêşketin in, ku di kesayeta we de tên jiyandin.

Ger dîqat bê kirin, em dixwazin gelala romanê bi tevlîbûna takekesan ya nav pêvajoya şoreşê, nav pêvajoya partîbûyînê, nav şiyarbûna netew û pêvajoya azadbûyîna civakê bidin destpêkirin. Romana şoreşger bi wateyekê, peywirdar e ku derketinê wisa çêbike. Lê belê, ew lewazî, qelsî û xumamiyên nayê bawerkirin ên di destpêkê de ku me pê dest bi kar kir, nayê paşçavkirin. Ji ber ku rasteqîn dadixe rastê ku wisa ye. Mirov bi demagojî û bi gotineke, “Ez pir xurt im, pir bi biryar im’’ nikare derbas bike. Bi rastî jî niha em baştir têdigihîjin ku, hestên sexte û pêşandanên wêrekiyê zêde wate naderbirînin. Em dibînin ku ketina nav asta her cure têkilî û nakokî ne rişt in û encam nagirin. Em destnîşan dikin ku qasî kesayetiyên pir nepixandî, kesayetiyên pir mirî jî, ne denkên dema derketina şoreşê ne. Lê, li rexmî hemû hewldanan, ji ber ku derketina şoreşgerî pêwendiya xwe bi ponijîn û tempo ya şênberiya PKKê ve neda avakirin, çelexwariya pêşketinan bi rêbazên zehmet hate zelalkirin.

Tîpê me, ji hemû taybetmendiyên nêvengek wiha re hindek vekerî ye. Her wiha vê, ne bi eybkirinê ji bin derketin, ne jî bi sergirtin ji nav derketin nêzîkatiyek rast nîn e. Ya pêwîst e bê kirin, qasî selimandineke rast a rasteqînê, ne çarenûsbûna vê daxistina rastê ye. Lewma dema ku ê kevin tê rûxandin û tê derbaskirin, divê bê dîtin ku di wergirtina yê nû û înşakirinê de pir tişt pêwîst dikin, ev yek ji bo me jiyanî ye û biryarkirin, hêza azîm û viyanê re vegerandin û dîsa di her sehayê de karkerî û hewldanê bi rengekê encam wergirtî kirin e.

Gava ku me hewl da tîpek wisa em bêxin nav gelala romanê, qasî daxistina aliyê zanîstiyê, aliyê wî yê hunerî jî pêşxistin me pêşçav kir û bi vî awayî me xwest nêzîkatiyek wiha pêş bixin. Niha em vê gotûbêj dikin. Bi wateyekê roman tê pêş xistin. Bi gotineke rastir, êdî pêşketinên di nava jiyanê de ber bi nivîsandinê ve diçin. Ew pirsên timî me dipirsiya, pirsên romanî ne. Çawa çêbikin? Çawa bijîn? Ev pirs, pirsên herî zêde tê pirsîn in; tesadûf nîn e. Hema her roj têkilayî bi libatan kirin heye. Ev, vesazîkirina ji nû ve diderbirîne û ziraviya kar dadixîne rastê. Bi taybetî di aliyên hin têkilî û libatan de bertek raberkirin, arezû û xwestekên şêwaza kevin redkirin, şunê de xwestek û viyana şêwaza nû derxistin û bi kevneşopiya civakê re, di asta damezraka malbatê de ketina nav têkoşînê peyda ye. Tevahî aliyan ve çonayetiya rasteqîna malbat, eşîr û babistînê derêxistin, bandora wan li ser jiyanê dîtin û bi wan re şerkirin; dîsa gihîştina pergalên nû, şêwaza derbirîna têkilîyên nû, hîtap û uslûba wân, her roj kevin şewitandin-rûxandin û ber bi avakirina nû ve rê wergirtin, jiyaneke romanî ye û ev bi ponijîn e. Em dibînin ku di kevneşopiya romanê de babetên herî zêde tên karanîn, asta hestan e. Asta zanebûnê bêtir bi derbirînên zanistiyê tê nirxandin. Bêguman roman asta zanebûnê tevlî naveroka xwe dike. Lê bi giranî asta hestan û şêwaza derbirîna giyanê dixwaze bigire dest