Di rêya bi rûmet de gelek kesayetên giranbuha jiyana xwe ji dest dan. Ne tenê di şer de di heman demê...
Yekta Şoreş
Çavkaniya Jiyana me Rêber Apo, di nirxandineke xwe de wiha dibêje: “Serketin ne fermana min e. Fermana ji Hakiyan bigirin, a Zîlan û Semayan e. Fermana şervanên me yên ciwanên qehreman in. Ez ji fermandariya wan zêdetir pêwîstiyên fêrbûna wan a bîrdozî, siyasî û leşkerî bi cih tînim. Lê hûn dixwazin bibin xwedî wezîfeyên pratîkî. Wê demê ev fêrbûn; ji nasname û kesayeta şervanên me yên qehreman re dîtina bersivê ye û girîng e. Tu kes nikare ji vê bireve. Ma tiştek ji vê hîn rûmettir, pîroztir û bi xirûrtir heye ku mirov bibe xwedî fêrbûna heqîqeta ev qas qehremaniyan? Ma tiştek ji vê hîn bilindtir heye ku bi vê serbilindiyê ev hezkirin û feraset tê pêşxistin. Heta dawiyê wan fêr bibin. Heta dawiyê xwe rûmetdar bikin, xwe bidin şerkirin, xwe di aliyê leşkerî de pêş bixin, xwe bidin hezkirin û ev jî ya herî bedew û xweşik e, ya herî baş tê jiyîn, a herî bi qîmet û layiq ev e. Li gorî wesiyeta şehîdan, li gorî fermana dîrokê û daxwazên gel çi dixwazin ez berê xwe didim wê û bi vî awayî ez bersivê didim wan. Serketin ji min tê xwestin, ji bo serketinê çi pêwîst bike ez ê nûnertiya rêveberiya wê bikim. Di nav şehîdên PKK’ê de, îfadeya herî qehremanî di şehadetên jinan de ye. Çi di bûyera xweşewitandinê de, çi di mijara teslîmnebûnê de û di bûyera ku fîşeka dawî, berdide xwe de bi awayekî balkêş ev wiha ye. Ev ne şehadetên wiha ne ku bi awayekî ji rêzê werin destgirtin. Em li ser vê bingehê jî dimeşin.”
Tevgera Azadiya Kurdistanê ji roja destpêkê ve her tim bir biryar, vin, hêvî, cesaret û hwd. bi hemû nirx û qîmetên ku ji bo mirovatiyê pêwîst in tevgeriya.
Pêşengên Tevgera Azadiya Kurdistan tu carî xwe ji gel qut nekirin, weke wan jiyan û ji bo wan bigihînin mertebeyeke ji zilm, kedxwarî, xiyanet, cehalet, nezanî û tirsê dûr, her tiştên ji destê wan hatin kirin.
Rêber Apo, di vê rêya pîroz de tevahiya jiyana xwe fedayî gelê xwe û mirovatiyê kir. Bi hezaran mirovan dan pey Rêber Apo û di vê rêya ku azadî çirûskên xwe her tim ber bi asîmanan ve bilind dike de da ku yên nesîbê xwe ji mirovatiyê wergirtine, bibînin vê çirûskê.
Di rêya bi rûmet de gelek kesayetên giranbuha jiyana xwe ji dest dan. Ne tenê di şer de di heman demê de ev kesayetên muqeddes gihiştibûn wê astê ku her êrîş, komployek, plansazî û hevkariyeke qirêj li hember Rêber Apo, gelê Kurd û Tevgera Azadiyê pêş diket, bê tereddüt canê xwe feda kirin.
Yek ji wan hevalan jî Hevala Sema Yuce ye. Heval Sema dilsozê Rêber Apo ye, fikir, felsefe û bîrdoziya Rêber Apo di kesayet û jiyana xwe her dem dide nîşandan. Rêheval Sema di nivîsa xwe ya ku beriya çalakiye nivîsandiye de li ser nirxandina Rêber Apo ya têkildarî 8’ê Adarê de wiha behsa lêgerîna xwe dike: “Lêgerîna min a ji bo dîtina Rojeke din vala bû. Roj yek e. Bilindbûn û pîrozkirina jiyana li vir, her wiha dilsoziya wê heye. Min terîfa herî gihiştî ya azadiya jinê li vir dît.” Ji bo hevala Sema yekane Roj Rêber Apo ye.
Heval Sema, çawa li çiyayan û li Qada Serokatî xwedî kesayeteke partîzanî ye di zîndanê de jî vê hêza xwe hîn xurttir dike. Ji bo wê cih û mekan zêde ne girîng in. A girîng di rêya azadiyê de têkoşîn e. Gelê xwe ji bin zilm, zext, êşkence û mêtingeriyê derxistin e.
Rêheval Sema dibe sembola berxwedan û serhildana gele Kurd. Ew evîndara azadiyê ye, lewma ji bo jiyaneke azad, ji bo her şitlên axa welatê xwe bi bawerzîneke di henaseya lêgerîna heqîqetê de kaniya vejînê ye Sema…
Baweriya Hevala Sema bi jina Kurd heye. Ev dizane têkoşîna ku bi pêşengiya Rêber Apo ya hatiye pêşxistin ji aliyê jinê ve bersiva xwe girtiye û di nameya xwe de wiha behs dike: “Ancax Jina Kurd, bi fermana ji Rêber Apo wergirtiye. Dest nîşan kiriye ku xwe ji dijmin û kiryarên wî yên qirêj re nake amûr. Rêber Apo di 8’ê Adarê de di axaftina xwe ya ku pêwîst e li ser esasê jinê bîrdoziyeke rizgariyê pêşxistin, fêrkirineke wiha di pirsgirêkên şeran de ber bi aştiyeke mayîn de û heta mirovê azad ku da xuyakirin dê bibe çareseriya gelek pirsgirêkan, Jina Kurd fêm kiriye. Ji 8’ê Adarê heya ku ji adarê dest pê kir û di 21’ê Adarê de derket asta jor di vê meşa çalakiyê de ev îspat kiriye.”
Belê Hevala Sema bedena xwe bi agirê azadiyê dipêçe. Mîna Rêheval Mazlum, di Newrozê de dibe ronahiyek ku hîv, stêrk şerm bikin û tarî bireve…
Hevala Sema, piştî çalakiya xwe di 17’ê Hezîrana 1998’an de jiyana ji dest dide û diçe gel rêhevalên xwe yên ku bi awayekî fizîkî ji nav me veqetiyana. Lê ew her tim bi me re ne. Cesaret, hêvî, rûmet û nirxên şoreşê ne Ew. Dê tu carî neyên jibîrkirin Ew Rêheval, Ew Partîzan, Ew Leheng û Egîdên Şoreşa Apoyî.