Ferîde, Îslam û Gulîstan sê însanê ciwan bûn. Li xwe zêdetir li welat û gele xwe hez dikir in...
Delîl DILPÊT
Ferîde, Îslam û Gulîstan sê însanê ciwan bûn. Di jêrzemîna Cizîrê de li gel dehan jin û mêr, kal û pîr û ciwanan hatin qetilkirin. Ew her sê hevalên ciwan jî di nav xan 28 însanên ku di jêrzemîna avahiyê yekê yê hatî xirabkirin de bûn. Tevî birîndar bûn û ewqas bangawaxî çê bû jî, dewleta Tirk hovitiya ku ji bavûkalê xwe jê re mayî bi kar anî, guyê xwe ji bangawaziyan girt, ew avahî bi tanq û topan di ser van însanan de hilweşand. Ew 28 însan li pêşiyê çavê dine qetil kir. Di dawî derket ku, bi dehan jêrzemînê din a wekî jêrzemînê ku Ferîde, Îslam û Gulîstan tê de hatin qetilkirin jî hebûn e. Di encam de nêzî cenazeyên 200 însanî di wan jêrzemînan de hatin derxistin. Hevala Ferîde, Gulîstan û heval îslam jî din av wan de bûn.
Cenazeyên ku di jêrzemînan de hatin derxistin nedihatin nasandin. Dewleta Tirk bi top baranê avahî di ser wan însanê birîndar de hilweşandinê têr nebû, bi hovitiyek mezin, cenazeye wan însana perçe perçe kir, şewitan. Di wê astê de ku hindek cenaze encax bi riyê DNA yê hatin naskirin û hatin veşartin. Lê piranî cenaze nehatin nasandin, bêyî ku bi navê wan gorekî wan hebe hatin veşartin. Veşartina wan jî bi şeklekî dizî, bi revandina dewletê çê bû. Cenazeyê hevala Ferîdê jî din av wan de ye.
Min kên be jî hevala Ferîde nas kir. Ji ber ku ez jî bi xebatê çand û huner ve eleqedar bûn, hin niqaşê me çêbûbîn. Êrişê li ser çanda gelê Kurd di çi astê de ye, em çawa dikarin wan êrişana bişkênin, çanda gele Kurd çawa dikare bê sazîkirin, çandê em çawa dikarin bijîn, bidin jiyîn, pêşbixin û hwd. Di nav van niqaş û danustandinan de min hevala Ferîde naskir. Min dît ku, eşqê welêt û gel dilê hevala Ferîdê tije kiriye. Min hevalên din, hevala Gulîstan û Îslam nasnekir in. Xwazû min ew hevalana jî kiribana…
Dema ku navê wan 28 însanê birîndar yê di jêrzemînê de hat dayîn, navê hevala Ferîde û Îslam jî di wan navana de derbas dibû. Min wê deme fêm kir ku, wan hevalana jî di nav xwesertiyê de cîhê xwe girtin e. Ji bo min ew tiştekî ku ez pê ecib bimînin nîn bû. Ji berk u min hest, xwestek û helwesta hevala Ferîde dizanibû. Li hember şehadeta wan jî ez şaş nemam. Ji ber ku min dizanibû, çiqas hovane dibe bira bibe, hevala Ferîde wê berxwe bide, wê esla li hember dijmin çok neşkêne, serî netewîn e.
***
Ferîde, Îslam û Gulîstan sê însanê ciwan bûn. Li xwe zêdetir li welat û gele xwe hez dikir in. Ji bo ku gele xwe di bin lepê qirkirinê de bê derxistin, wekî her gele ku bi çand û nasnameya xwe dijîn bijî, di nav lêgerîn û tekoşînê de bûn. Ji bo ku gele Kurd azadiya xwe bi dest bixe û azad bijî her fedakarî dabûn ber çavên xwe. Berdel çi dibe bira bibe çavê xwe jê neşkandin, jê nereviyan. Ruhê û mêjiyê wan bi gel tije bû. Dilê wan bi dile gel ve tev lê dida. Lewra bilindbûyîna tekoşînê, di milî azadbûyînê de her gav avitina gele Kurd dile wan şa dikir. Lewra nedixwestin ku di nav keraxa de bin, her tim dixwestin ku di orta tekoşînê de bin, bi pêşketinên gele Kurd re bijîn.
Wan her sê hevalana bi van hestana di nav tekoşînê de cîhê girtin. Ji tu qadên xebatê, tekoşînê nereviyan, lê bele taybet xebata çand û huner dimeşandin. Ji ber ku dizanibûn, eger gelek nikaribe bi çanda xwe bijî, nikaribe bi zimanê xwe biaxive, wê nikaribe bibe xwediyê nasnameya xwe û wê nikaribe heyîna xwe biparêze. Taybet jî gele Kurd. Ji ber ku gele Kurd di bin êrişekî qirkirina çandî de ye. Komara Tirkiyê dema avabû biryara tunekirina gele Kurd da bû. Lewra êrişekî hovane li ser çand, ziman û nasnameya gele Kurd dida meşandin. Ew êrişa, êrişekî qirkirinê bû û li qirkirina reş a fîzîkî xirabtir bû. Wan hevalana ji ber ku ew dîtibûn, meşandina xebata çandê wekî erka xwe yê sereke girtibûn dest û xebatê xwe meşandibûn. Lewra wan hevalana her bajarê Kurdistanê ji xwe re kirin qada tekoşînê û vê jî ewana hîn zede bi gel ve kirin yek. Sazî û dezgeh avakirin, xebatê çand û huner rêxistin kirin. Di vê mijarê de çi ji deste wan hat ew kirin û xwe şûn ve negirtin. Dema ku xebatên cuda ketin rojevê, bê tereddûd di nav wan karana de jî cîhê girtin.
Dema ku gele Kurd xwesertiya xwe îlan kir, kelecana van hevalana bê hesab bû. Biryara gel a xwesetiyê bi coşekî mezin pêşwazî kirin. Xwestin ku di nav pêkanîn û bi serxistina vê biryara gel a pîroz de cîhê xwe bigrin. Bi vê armancê çûn Cizîra Bota û li vê dere tevlî şoreşa Kurdistanê û xwesertiya gel bûn.
Bere jî van hevalana li bajarê Cizîrê xebata çandê meşandi bûn. Lewra Cizîra Bota û gele Cizîrê nasdikir in. Dema ku gele cizîrê biryara xwesertiyê dan û gav avitin, van hevalana xwestin ku li gel gele Cizîrê cih bigrin, wan tene nehêlin. Bi wan re tev têkevin pişt xendek û barîqatan û li hember dijmin berxwe bidin. Û berxwedan. Bêyî ku li hember dijmin sere xwe bitewîn in, çok bişkênin berwxedan û tevlî refê şêhîdan bûn.
***
Min qet nedixwest ku nivîsek bi vî şeklî binivîsim. Lê bele ji piştî şehadete ew ji bo min wekî deynekî ku nedim nebe nabe bû. Bê guman ew deyn bi nivîsandina nivîsekê li holê ranabe. Ew deyn heya ku em xeyala wan a welat û gelekî azad pêk neynîn wê neye dayîn. Hêvî û xeyala wan wekî bara mile me, deynê li stuyê me ku em nedin nabe ye.
Em ê wê deynê mutleqe bidin.
Em ê armanc û xeyala wan jiyanî bikin. Ew sonda me ye û em ê derî wê jiyanê ji xwe re heram bikin. Bira çavê we şûn ve nemine ey şêhîdê çand ê.
Bira ruhê we şad be…
Hevala Ferîde, Gulîstan, Sêvê, Pakîze, Fatme bi berxwedaniya xweseriyê pêşengiya 8 Adarê kirin. Tekoşîna wan wê li tekoşîna jinê re bibe pêşeng û wê armanc û hêvîya jinê bi serxe