Sênfoniya Bethoven bi nav û deng...
Ş. Halim KURDO
Çi awazê dixwazin ez lêdim?
Li pişt têlên bi stirî.
Di nav hembêza şer de,
Li ser perdê enstrûmaneke jihevketî
Kurtepista cudabûna,
Di evîndaran de,
Ji birîna dilê dilsazan re...?
Stranên romantîk,
Hestên Robsonê mirovhez,
Sênfoniya Bethoven bi nav û deng,
An helbesta Lozera xemgîn!?
Çi awazê dixwazin ez lêdim?
Strana aştî û azadiyê,
Xendeya evîn û baweriyê
An bi perda dilê xwe yê jihevketî...
Ji Serokan re!
Biborin...
Perdên dilê min pûç bûne.
Enstrûman êdî bêdeng e, lê nayê dayîn;
Tenê ji şer û azadiyê re.
Em jibîr dikin kurtepista evîndaran,
Zimanê aşiqan
Ez ê tenê li awazekê bidim,
Ji dilê xwe re,
Strana Ezraîl,
Li ber deriyê şer heya dawiyê
Şer... Şer.... Dîsa şer....
1994-Besta.