Helbestvan ji berê de gotibû: “Ti zivistan, ti serma bi qasî tenêbûnê ez ne cemidand...
Denîz TOPRAK
Fikarek vê êvarê li derdora min dizivire. Fikareke ku dihêle dilê min bi lez lê bide. Dem dibe, bêhna min diçike, pêwîstî bi derketina derve dibînim. Her çi qas bê dem bê dîtin jî, dikevim meşekê û di nav tarîtiya vê êvarê de bi bayê cemidî ku xwe li ser hestên min ferz dike re gavên xwe mezin dikim. Cih bi cih berf heliya ye. Lê berfa li lûtkeyan hê weke xwe ye û vê êvarê ronahî dike.
Dizanim, eger biaxivim wê peyv kêm bimînin. Lê ez nikarim bêdeng jî bimînim. Ji ber vê, rixmê hemû zoriyan jî destê xwe diavêjim pênûsê û bi wêrektiyek mezin, dengê dilê xwe ku dibin peyv li ser lênûsa xwe dinivîsim.
Ev salek di ser şehadeta te û rêhevalên te yên binirx rêheval Sakîne û Rojbîn re derbas bû. Salek! Saleke bêyî we. Li kêleka vê saleke ku di her kêliya wê de hûn hebûn…
Helbestvan ji berê de gotibû: “Ti zivistan, ti serma bi qasî tenêbûnê ez ne cemidand im.” Em jî niha di demeke cemidî re derbas dibin. Cemidîna me ne ji berfa dibare, ne ji qeşa ya ketî ne jî ji bayê li derdora me dizivire ye. Niha bêrîkirinên me bêsînorin. Di vê êvarê de ez jî dixwazim vê tenêbûna xwe bi bêrîkirinê ku min di dilê xwe de komkirine bi wate bikim. Ji ber bêrîkirin wateya herî mezin a hezkirina mirov e. Bêrîkirinên ku mirovan hê zêdetir ber bi sibe rojan ve dibin. Ya ku têkoşînê mezin dike û wateyê hê kûrtir dike bêrîkirinên mirov in. Bi van bêrîkirinan re li ser piyan sekinîn mîsoger dibe. Armanc zelal dibin, rêka mirov ronahî dibe. Di rastiyê de tişta ku dilê me germ dike bêrîkirinên me yên bê sînor ji bo we ne.
Zarokê agir û rojê bi bêrîkirinên xwe yên bi wate di rêka azadiyê de meşa xwe mezin kirin. Ev meş îro bû dengê milyonan mirovî. Ne tenê gelê Kurd, hemû gelên ku bawerî bi azadî, wekhevî, demokrasî û biratiyê anîne jî di vê meşê de cihê xwe li kêleka me girtin. Jixwe têkoşîn bi hevre, dema pênç tilî bûn kulm, bi wate dibe. Di rêka têkoşîna azadiyê de berdêlên têne dayîn her çi qas giran bin, wateya têkoşînê jî hê girantir dibe. Îro ev giranî li ser milên me û şopdarên we ye.
Di şopa we de em bi seriyek bilind dimeşin. Lê ez çi bikim jî ew roja me ya dawiyê ji bîra min naçe. Tu wê biçûyayî wan wargehên dûr, biyanî û bê reng. Lê rixmê her tiştî jî bi rûkeniya xwe te derdora xwe ronahî dikir. Bi wê hezkirina di dilê te de rûyê me jî jiber xwe ve bi ken dibû. Ji ber ku tevlî vê rûkeniya te nebûyîn, îxaneta herî mezin ji jiyanê re bû.
Gotinên te yên ku “Bila zêde kêfa we neyê, di demeke kurt de ez ê dîsa werim. Dîsa ez ê bibim bela sere we. Bi axaftinên xwe ez ê dîsa serê we biwerimîn im” têne bîra min. Em jî her li bendê bûn ku tu dê werî. Dîsa tu hatiba û te bi wan gotinên xwe yên zêrîn serê me biribana. Rûkeniya te her tişt bi me dida jibîrkirin. Xemên me bi kenê te û bi germahiya dilê te wenda dibû.
Tu nehatî lê hêvî, armanc, bîr û baweriya te gihîştin me. Germahiya di dilê te de bi bayekê re xwe gîhan wargehên azad. Xwestekên te ku te hê ji zarokatiya xwe de ji bo xwe weke rêgezên jiyanî diyar kiribûn bi têkoşîna me re bû yek. Zordestî û serdestiya dijmin ku li ser zarokên Kurd dayî meşandin, li hember vê ji bo cîhaneke bi xewn û xeyalên zarokan hatiye xemilandin avakirin xwesteka te ya herî mezin bû. Di van axên ku ji mirovahî re dergûşî kiribû de, zarokê vê axê bixwe ji hemû mafên mirovî bêpar dihatin hiştin. Îşkence, kuştin, tepisandin, qirkirin, bişaftin, mişext… ti tişt ne hiştin ku li ser vî gelî û zarokê wan bidin meşandin. Dest avêtin lîstokên zarokan, xwestin xewnên wan jî qirêj bikin. Bi dehan sal bû ku ev erdnîgarî bi xwînê dihat avdan, bêhna barûdê ketibû her hicreyên xwezayê. Xweza û xweşikiyên heyî dihatin talankirin, li hember vê qirêjî û mirin belav dikirin. Tişta dixûya; pêşerojeke di nava nexweşî û tarîtiyê de bû.
Li hemberî van yekan sekinîn, sekneke rast pêşxistin, bi bertekek xurt helwest nîşandan pêwîst bû. Her kesek ku xwedî vîneke azad û bi xwasteka azadiyê bû di berxwedanê de israr kir. Li ser bingehê berxwedaneke bê hempa rêxistin belavî her derê bû. Bi berferehbûna rêxistin û tevgerê re xwastek, bîr û baweriya azad jiyankirinê jî zêde bû. Te jî weke dildareke azadiyê cihê xwe di nav refên têkoşîna azadiyê de girt.
Car caran di hin nîqaşan de te digot “pêwîst e ku mirov xwedî rêgezê jiyanî be.” Di berdewamiya vê gotinê de te digot “rêgez di çerçoveya armancan de têne diyar kirin. Eger armancên mirov zelal bin, li gorî vê tevgerîn jî wê hê xurtir be. Ji ber ku hebûna rêgezê mirov, jiyanê û têkoşînê hê bi watetir dike. Bi van rêgezan re rêka ku mirov tê de dimeşe ronahî dibe.”
Riya şoreşê bi zorî û zehmetiyan hatibû xemilandin. Yek ji sedemên ku şoreşê bi wate dike û hê zêdetir li pey xwe dide meşandin jî ev zorî û zehmetiyên têne jiyankirin in. Lê xala herî girîngtir rixmê van zorî û zehmetiyan bi rûkenî û bi xwestek li ser piyên xwe sekinîn û bêyî ku bisekinî meşîn e. Te ev nîşanî me da. Bi sekna xwe, bi meşa xwe, bi helwesta xwe ya têkoşînê te rêka me hê zêde rohnî kir. Bi ronahiya te û hevalên te re em jî di her kêliya têkoşînê de biryara xwe nû dikin. Li ser vê biryarê em meşa azadiyê didomînin.
Gotin kom bûne. Her gotineke me bi bêrîkirinan hatiye xemilandin. Vê êvarê bi bîranîna te ez tengasiya di dilê xwe de derbas dikim. Bêhna min derdikeve. Bi kenê te, zarokatiya xwe ya bê guneh cardin pîroz dikim. Bi ronahiya ji çavên te dibare soz û biryara xwe ya meşa azadiyê nû dikim. Armanca xwe hê zelaltir dikim û xemgîniya li ser rûyê min kombûyî belav dikim.
Ev demeke bêyî ku rondik ji çavê min were, digirîm. Li min bibore hevala min a rû bi ken. Car caran mirov dilê xwe serbest berde baş e. Ya girîng bêyî ku ji wateyê bê xistin, hê zêdetir mezinkirina têkoşîna hindirîn e. Di hindir de rêxistinkirina hestan wê rêya azadiyê bêhtir veke. Cîhaneke bi xewn û xeyalên zarokan pir nêzî me ye. Em jî dixwazin di nav vê cîhana we de cih bigrin.