Oy Delala Min

Ew ê bayê biharê bi xelekên porê Te re bileyze/Ew ê dîrok hertim qala destana te bike/Tê her û her di dil û...

Arjîn GERZAN

Were perperîka min

Bifire li ezmanên bihara dilê min

Bibe dilopên barana ewrên vê biharê

Eşqa xwe di nav sedefên Munzurê de biherikîne

Destûr bide ku Munzur evîna xwe

Di reşkên çavên te de biresimîne

Ta ku bi hevre biherikin

Ew ê gul û giyayên welatê me şîn bikin

Ew ê welatê me êdî gilî û gazindan salan neke

 

Delal xwe ji rondikên welatê xwe  neparêze

Ew ê te şil bike, lê qet te nacemidîne

Wê dilopên êşa  zarokên xwe li ser te bibarîne

Wê ji Kemal û Heqiyan destpê bike

Heya  Rojbîn û Fîdanan

 

Ji qêrîna zindana Diyarbekir

Heya kolanên Parîsê

Ji cîgerên ku dinalin

Heya zarokên di destên wan de kevir

 

Wê bi axîneke kûr binale

Û li çiyayên bedew li ser  şopa şepalan

Wê bihejîne dergûşa xwedavendan

Wê ji te re bilorîne oooy Delala min

Porsora min;

 

Wê bihêle ku jiyan ji nû ve

Di damarên te de şax bide

Tu bûye dengê îsyanên bê deng

Dîrok çîrok a te li ser rûpelên xwe neqişande

 

Hûn bûn sê dil  û di bedenên cuda de lê didin

Lê li ser yek dozê hûn hevdu himêz dikin

Ew ê bayê biharê bi xelekên porê Te re bileyze

Ew ê dîrok hertim qala destana te bike

Tê her û her di dil û mejiyê mirovan de şîn bê