Periya Welatê Xwe

Dîtina Te, mirovan ji nû ve bi xwe re rû bi rû tîne û bêyî ku mirov li hemberî xweşikbûyîn...

Zinarîn AMÛDÊ

Kêliyên bi Te re, her ku di mejiyên me de zindî dibin, êşeke giran ku dilê me digivişîne, xwe di rû û çavên me de dide der. Ev êş, êşa neqebûlkirinê ye. Jixwe em hê jî bawer nakin ku em ê careke din Te nebînin. Bendawariya dîtina Te, di her kêliyeke jiyana me de ye. Çav hê jî li rêyan diqerimin, ev bendewarî hêviyeke xapînok be jî dilên me ji bo hevdîtineke din bi aram dike.

Pêjna Te, her ku nêzîk dibe, sîha tarîtiyên derewîn li ser mirov radibe û mirov dibîne ku ronahî çi qas nêzîk e, mîna tarîtiyê ew jî di dil û mejiyên me yên ku xwe li pişt qalibên kevneşop de bicihkirî ne de veşarti ye. Lê ji bo dîtina ronahiyê û çirandina tarîtiyên ku xwe di hizir û tevgera mirovan de serwer kiriye, yan jî dike, gelo mirov mîna Te dikare bi wêrekî li hemberî wan şer bike?... Mîna Te, gelo mirov dikare xwe ji hemû peygirên tirsnak rizgar bike, bêyî ku têkeve bendewariya pejirandinê?... Mîna Te serbixwe, bi eqil û dileke yekirî, bi têgihîştineke azad a ku ji hemû cureyên serweriyan rizgar bûyî, bi veqetandina rastî û şaşîtiyê jihev heval...

Dîtina Te, mirovan ji nû ve bi xwe re rû bi rû tîne û bêyî ku mirov li hemberî xweşikbûyîna Te ji xwe şerm bike, mirov nikare ji vê hestê re bibe asteng. Dibe ku ev hestek e ku di dîtina Te de pêdiviya mirovbûyîna mirov tîne bîra mirov û dest bi lêpirsa xwebûyînê ye. Dîtina Te mirov bi xwe re dixe nava şerekî, dixe nava pirsên ku bersivên wan di rastiya şoreşgeriya azad a ku di kesayeta Te de têne bersivandin e.

Hestên Te yên ku bi rûbarên welatê me re xwe herikandin de himêza axê, tovên hezkirin û girêdana bi axê re di dilên me de şîn kir. Gotinên Te mîna melodiyên gerdûnî ku ji guhê mirovan re xweş tê, di mejiyên me de her dem xwe bi dengvedan dike. Jixwe germahiya himêzkirina Te heval, ew hemêzkirina ji dil ve ku mînaka wê li gel ti kesê nehatiye dîtin, tîna wê di canê me de li hemberî sermahiyê fêrî jiyanê dike. Bi qasî ku mirov li gel Te, di bîranîna Te de jî mirov dike xwedî lêger, mirov dike ayêdê xwe, mirov bi xweşikbûyînan re dixe nava ahengiyekê de, ma gelo azadî û kesayetên azad ne ew in yên ku dihêlin mirovên kêleka wan bibin xwedî hestên bi vî rengî? Ji lewma di kesayeta Te de heval Sara, em di pênasekirina azadiyê de hîn zelal dibin, ji ber ku em di rastiya Te ya xwerû de xwerû dibin.

Dibêjin ku her mirovek dişibe welatê xwe, di kesayeta Te de mirov bi vê gotinê serwext dibe. Ev welatê ku pir şer li ser hatiye meşandin, pir caran hatiye talankirin, ev welatê ku heya roja me ya îro jî bi gelek êrîşan re rû bi rû dimîne, li gel wê jî hê ji xweşikbûyîna xwe tiştek wenda nekiriye. Mîna ku li hemberî israra tinekirinê, qirkirinê, di nava israra hebûyînê de be. Bi çiyayên xwe yên asî, bi şînkahiya xwe, bi herikîna avên xwe, bi lehengiya zarokên xwe li ber xwe dide. Her ku em taybetmendiyên welatê xwe nas dikin, sekna Te ya berxwedêr li hemberî paşverûtiyên ku xwe ferz dikirin û israra Te ya xweşikbûyînê, ya mezinbûyînê, ya pêşveçûyînê bi helwestên Te yên çalak tîne ber çavên mirov. Di kesayeta Te de welat dijî, di rastiya welat de Tu têyî naskirin.

Mirovên ku mîna Te giyana xwe, di nava êş û keyfxweşiyên welatê xwe de strandibin, ew qas dikarin bişibin welatê xwe, jixwe Tu ne tenê dişibiya, Tu bibûyî periya welatê xwe. Te rastiya welatê me yê perçekirî, di kesayeta xwe ya têkoşer de kir yek û Te ev biser xist. Ji lewma xebera şehadeta Te, ne tenê li her çar parçeyên Kurdistanê, li hemû aliyên cîhanê Te mirov li derdora xwe komkir, ji ber Tu êdî rastiya welatê me ya ku vedigeriya cewhera xwe ku ji bo mirovatiyê dergûşî kiribû, Tu jî rastiya wê ya ku ji cîhana jinan re bi rola dergûşiyê radibûyî.

Wextê ku aqilê zilam di cîhana me de xwe li her derê dixwaze bide serwer kirin, ji bo ku mirovan bide teslîm girtin, yek ji rêbazên wî yên teslîmgirtinê, bi mirovan êş dayîna kişandin e. Mirov di nava êşan de fetisandin, bi vî awayî jî ew perçiqandin û ji hal xistin e. Jixwe dema ku mirov tenê di êşên xwe de biponije û tenê li hemberî êşên xwe hestiyar bimîne, bi awayekî xwezayî nikare têbikoşe. Ma jixwe di gelên bindest de bêhêvîtî û bêçaretî ji ber vê yekê pêş nakeve!.. Careke din ev eqil bûyê ku ev êş bi me dane jiyankirin.

Bi rastî êşa ku me bi xebera şehadeta Te jiyan kiriye, bi taybet rengê şehadeta Te heval Sara, xwedî hêzeke ku me bixista bû, lê hêza ku em ji kesayeta Te ya berxwedêr fêrbûne hîn zêdetir bû. Bi mînakên ku me ji sekna Te ya têkoşer girtiye, me soz da ku em ê jibo vê êşê tenê li ser tolgirtinê bihizirin û me ev êş jî zîvirand hêza têkoşînê.

Em ji Te û hevalên xwe yên şehîd û Rêber APO fêrbûne ku li hemberî hemû ferzkirinên êşa bi rûkeniyên xwe meydanê bixwînin. Ew rûkenî encamê fêrbûyîna ji êşan û nêzîkatiya bi zanebûn a li hemberî wan e. Me ev di sekna Te ya cengawer de jî dît, ji lewma ji bo Te em ê her bi hêviya jiyana azad bikenin. Her ku em Te bibîr bînin, li hemberî wê êşê em ê bi rûkeniyên xwe ji wê teslîmiyeta ku bi vê êşê û yên weke wê li ser me têne ferz kirin, isyan bikin. Me ev helwest di kesayeta Te de weke rêgezeke jiyanê dît. Bi vê sekna xwe mîna ku Tu ji me re bibêjî, 'ma kî gotiye şoreşgertî hesan e'. Belê, em ji Te û sekna Te ya têkoşer hîn baştir fêr dibin ku şoreşgertî nehêsan e, bi qasî ku ne hêsan e pir bi rûmet e û ji bo yên ku bizanibin bi rûmet bijîn û jiyana bi rûmet hilbijêrin bi qasî ku zor eî pir xweş e jî; jixwe ji bo yên ku li pêy jiyankirinên erzan in dibe îşkence.

Em ji Te fêrdibin ku şoreşgertî, karê şerê dil û mejî ye. Ji bo bihêzkirina wan pêwîst dike ku bi tîna rojê bêne şuştin, da ku ji zefta xefikên desthilatdaran bêne rizgarkirin û bi taybet jî ji fêlbaziyên modernîteya kapîtalîzmê bêne dawerivandin.

Şehadeta Te rêheval Sara, rengê şehadeta Te rêheval Sara, bi qasî pirengîbûna kesayeta Te di mirovan de bandor dide çêkirin. Ango çi di aliyê hest de be çi jî di aliyê hizir de be, me dide ponijandin. Di aliyê hest de mirov dixe nava xemgîniyeke kûr û dilêşiyeke giran a ku dihêle em hîn zêdetir li hemberî durûtiya modernîteya kapîtalîzmê biqîrin. Di aliyê hizir de jî me di nava rastiyan de hîn zêdetir dide lêhûrandin. Rastiya êrîşkeriya eqlê zilam li hemberî xwezaya jina têkoşer, berxwedêr û azad.

Di cîhana me de her ku eqlê zilam xwe li ser esasê tehekûmê bi pergal kir, em dibin şahidê gelek êrîşên wî yên li hemberî jinan. Jixwe ev dîroka desthilatdar, bi êrîşan û bi komkujiyan jinan heya roja me ya îro hatiye. Ma jixwe gelek jinên şoreşger yên ku em ji wan agahdar in û kî dizane em ji çiqasan jî ne agahdar in, di vê rêka zor de lê bi rûmet de,  ji holê hatine rakirin!...

Eger ku di serdema me de hê jî mirov ji ber hizrên xwe, lêgerên xwe, armancên xwe yên jiyanê têne qetilkirin, ev cehaleta pergala modernîteya kapîtalîst dide nîşandan. Cehaleta ku li pişt maskeyên demokrasî, azadî û di dil xwe de mafên mirovan nasdike, aşkere dike.

Li Ewrûpa yê, her dem rûyeke vê yê veşartî, yê xûya û ne xûya, yê durûtiya pergalê hatiye jiyankirin. Di serdema navîn de li Ewrûpayê, mirov ji ber hizrên xwe, di bin navê exlaq, kevneşopiyên olî û yên mezhebî de di engîzîsyonan de dihatin kuştin, lê qet nebe bi awayekî eşkere dihate kirin, em dibînin ku hîn jî li Ewrûpayê engîzîsyon hene, lê bi rêbazeke cuda, bi rêbazeke hîn veşartî, bi rêbazeke komplogerî. Ji ber ku veşartî ye hinceta xwe jî eşkere nake.

Di vê wateyê de heval Sara, Te bi şehadeta xwe jî bi qasî jiyana xwe û sekna xwe di me de hêzek da avakirin. Hişê hisî û yê analîtîk, Te di me de kire yek. Weke ku em ji jiyana Te hevala Sara fêrdibûn, em bi şehadeta Te jî hevala Sara fêrdibin ku, li hemberî neheqiyên ku ji hêla êşkişên zaliman, derewkeran, komplogeran ve tê kirin, bi ser bilindî, bi rihê têkoşer di lêgera rastiyê de bi israr bin. Em ê li hemberî vê êşê jî bi heyecan û hêviya serkeftinê li hemberî cîhana zilam di medyana xwendinê de bidomînin.

Bi germahiya dilê Te jiyan himêzkirin, mîna Te xwerû şer kirin hevala Sara çi qas zor be jî, têgeha rûmetbûyînê di hişên me de zelal dike, bi vê zelalêyê em ê hewlbidin ku bibin hevalên Te yên şopdar. Her ku mirov nêzîkî Te dibe, jiyana ku pêwîst e bê hilbijartin, ya ku pêwîst e bê jiyankirin di meyzandinên Te yên bi sitemkar li hemberî tevayî şêweyên jiyanên xapînok de baştir têdigihe. Heta ku Tu di bîra me de bî, ku bîrkirina Te ne gengaz e, ew ê her di rêya jiyana azad de li hemberî tevahî paşverûtiyan têkoşînkirin hêja be Rêheval Sara