Ne tenê di erdnîgariya Kurdistanê de, di gelek cihên cîhanê de wêneyên...
Ronahî Serxwebûn
Sara, Rojbîn Ronahî
Sê jinên azad...
Sê pêşengên azad ên gelê Kurd û yên jinan...
Peygerên qêrîna azadiyê yên ku ji zindana Amad’ê heya dilê emperyalîzmê li her çar aliyan deng veda...
Rêwiyên alîgir ên sê nifşan, di nava maratona têkoşîna çil salan a gelê Kurdistanê de...
Li ser ala ku We teslîmî me kir û meşa We ya bê dawî nêzîkî salek e derbas bû. Di nava her kêliyekê ji kêliya vê demê navên We, kenên We, rihên We têne hîskirin...
Ne tenê di erdnîgariya Kurdistanê de, di gelek cihên cîhanê de wêneyên We ji destekî derbasî destekî dibin, di nava vê demê de, ziman her bi navê we diqêriyan. We kuneke mezin di perdeya înkarê û ya jibîrkirinê ya ku dixwestin li ser gelê Kurd û jinan pê bidin nixumandin de, vekir. Di kesayetiya We de, jinên cîhanê bi Kurdistanê û jinên Kurd re hevdîtin dan çêkirin. Bîrdoziya azadiya jin di rêya ku We vekirî ye de ber bi gerdûnbûyînê ve gaveke bi hêz da avêtin...
Destana berxwedaniya têkoşîna me rêhevala Sara!
Ji bo ku Tu dengê qêrînên azadiyê yê gelê Kurd bi cîhana ker ve bidî bihîstandin, deriyeke ku Te lê nedabû nemabû rêhevala Rojbîn!
Di nava rizîbûyîna Ewrûpa de ku jê bêhna koletî, takakestî û ji xwe rev dihat jiyîn de, Te dînamîkbûyîna ciwantî û îsyankariya wê di kesayetiya xwe de parast, rêhevala Ronahî!
Yên ku bi xayîntî û sextekarî gule li mejiyên we yên bi ronahiya zanebûna jiyana nû tijî bû xist, dibe ku şaşîtiyeke pir mezin ên hesaban kiribin. Wan texmîn dikirin ku bi qetilkirinê ew ê bikaribin we bê deng bikin. Lê wan nizanîbûn ku dema ku We jiyan dikir yên ku navên We nebihîstibûn, bi şehadeta We dengên we bihîstin. Gotinên We di dîwarên her malekê re derbas bûn û sînor derbas kirin û gihîştin her çar aliyên cîhanê... Hûn ketin gelek dil û mejiyan... Navên We li gel wan, ji bo xilasî û azadiya jinan û gelên bindest zivirî soza tolgirtinê û ya serkeftinê!...
Kiryara li hemberî We ew qas bêbext bû ku, yên ku pişta xwe dabûne têkoşînê û yên biyanî jî pê hejiyan û mîna lehiyê herikîn Parîsê, ji bo ku hêrsên xwe ji kujeran re bidine der. Careke din di kolanên Parîsê de ku hefnikî girtibû rihê komûn lê geriya... Bi şehadeta We re, ew rûyên qirêj û destên bi xwîn ên desthilatdaran ku hewl didan xwe li pişt ronahiya çirayan de veşêrin, bi rengeke tazî li ber çavan hatin raxistin. Derkete holê ku ew Parîsa ku bihişmet xuya dikir, di esas de labîrenteke kor e ku kujeran di hemêza xwe de vedişêre.
Şehadeta We ew qas bi êş bû, dilên Kurdistaniyên ku li her çar aliyên cîhanê belav bûne bi heman êşê ve lebitî û hêza mezin a di êşê de yek kirî derkete holê. Dema ku We jiyan dikir jî We gelê me bi rêxistin dikir, bi şehadetên xwe We ew rêxistinkirina gel derxiste asteke jor. Kêliyên We yên têkoşînê û kesayetên We yên xwedî şoreşgertiyeke awarte, ji zimanekî diherike ser zimanekî din, bi vî awayî, rastiyên We di bandorkirinê de û di şoreşgertî kirinê de berdewam dike...
Sara, Rojbîn, Ronahî...
Doh bi We re me hewl dida ku em mirovên xwe ji tarîtiyên kapîtalîzma Ewrûpa derbixînin, îro jî di ronahiya We de ji bo ku ez xwe bi awayeke bi hêz ji pêşerojê re amede bikim, fêrdibim... Di dibistana mirovatiyê ya şehîd Zîlan de, di ronahiya navên We de, ez mejî û dilê xwe bi ronahiya hizra gerdûnî dişom û nû dikim... Li pêşberî min wêneya rû biken a We her sêyan, meyzandinên We yên hemêzker û bi lêpirs li ser min in... Doh rêhevalên min, îro rêheval û mamosteyên min... Ez bi We re hewl didim ku xwe bişom û nû bikim ji serî heya binî...
Rêhevala min Sara!... Ew sê rojên beriya şehadeta We, ew şeva dawî ku me bi hevre di wî cihê bi xwîn de derbas kiribû qet û qet ji bîra min û ji ber çavên min naçe... Ew dengê Te yê ku digot, "ez pasaporta xwe çawa bigirim, ez ê ji vir biçim, rojekê jî li vir namînim" di guhê min de bi zingînî dibe. Niha ez li cihê ku Te her dixwest xwe bigihîjînê de, van hevokan dinivîsînim, di hindirê min de xwîn xwe li vê şehadetê ranagire. Dema ku Te bi kelecanekê û bi bêrîkirinekê amedekariyên xwe yên hatina welat dikir, ku Te kincên xwe li hev dipêçan û bi keys Te dixiste hundirê valêza xwe, tê bîra min... Tu dizanî, bicihkirina Te ji kincên xwe re bi awayeke baldar di hundirê valêzê de, di nava daxuyaniyên dozger de jî cih girt. Nêzîkatiya Te ya bi disiplîn ji her kêliyeke jiyanê re piştî şehadeta Te jî, qala xwe kir... Dema ku me bi hev re li belgefilma ku li Dêrsimê hatibûn kişandin temaşe dikir, ew qalkirina Te ya bi kelecan li ser hinek dîmenên ku derdiketin têne bîra min. Me nizanîbû ku piştî hefteyekê din Tu jî bi wê axê re hevdîtin bidî çêkirin û di hemêza wê de Tu têkevî nava xeweke bê dawî de...
Rêhevala hêja Rojbîn dema ku got, "vê carê ez ê karê hevala Sara bikim" me yê çawa bizanîba ku piştî vê gotinê hûn gav bi gav bihev re ber bi şehadetê ve dimeşin!.. Rêhevala me ya ciwan, ya hêja Ronahî, dema ku bi kelecanekê digot "ez ê bi hevala Sara re hefteyekê derbas bikim" û bi dûv we de baz dida ji bo ku bi We re biçe cihê hevdîtinê, me yê çawa bizanîba ku di esas de ber bi xefika kujeran ve dibeze!...
Birîna ku vebû di rihê her kesekê/î de ku dibêje ez Kurdistanî me an jî mirov im, teqez ew birîn nayê girtin... Kiryara li hemberî We ew qas bêbext bû ku em ne li bendê bûn... Kujerên We, li ber serê me çawa dikarin xwe demeke dirêj veşêrin, ev xefleta me ya ku nayê lêborandin, ev rastiya ku li rûyê me ket û hezar carên din bi vê rastiyê re em hejiyan... Em qet li kujerên we nabihûrin, her wiha destên tarî yên bi duv vê xefika tarî de û lewaziyên me yên ku cesaret daye wan em qet nabihûrin. Ew ê koratiya me qet neyê efû kirin û eger em xwe bikin hezar perçe jî ji vê qirêjê û vê şermê em ê xwe dawerivînin!...
Sara, Rojbîn, Ronahî...
Ez, We her kêlî di dilê xwe de bi rewşên We yê herî zindî, herî bi coş û herî bi rûken dijîm û didime jiyan kirin... Mirin ew qas ji We dûr e û li We nayê, weke ku dibe ez di her kêliyê de bi We re hevdîtin bidime çêkirin, ew qas hebûna We zindî hîs dikim... Bi vî awayî ez dikarim çûyîna We rakim...
Ez pirr ji We hez dikim, pirr bêriya we dikim û bi xurûra ku ez bibim rêhevala We, ez hewl didim ku layiqê We bim... Bi xurûr û berpirsyartiya şagirteke ku di nava dewreyeke perwerdê ya ku bi navê We hatiye vekirin de, ber bi pêşerojê ve ez ê bimeşim...
Li hemberî bîranîna We bi rêzdarî ez bejna xwe ditewînim, bi straneke ku li ser zimanê min digere û bi vê stranê her We bi bîra xwe tînim...
Hûn li benda biharê bûn
Va bihar hat hûn ku ve diçin
Dilê We yê germ rûyê We bi ken bû
Weke jinên azad Hûn ku ve diçin!